Çalakiya konvedanê di roja 26`an de ye: 'Em bibin yek û nokeran ji nav xwe derxin'

Endamên HPC'ê yên navçeya Çilaxa çalakiya konvedanê ya li bajarê Qamişlo îro dewr girt. Di çalakiyê de hate gotin: "Ji bo misogerkirina serkeftinê û pêkanîna armancên şehîdan, divê hemû pêkhate bibin yek, sîxur û ajanên dagirkeriya Tirk ji herêmê derxin û li kêlek hêz û şervanên xwe bisekinin.''

Çalakiya konvedanê di roja 26`an de ye: 'Em bibin yek û nokeran ji nav xwe derxin'
6 îlon, 2022   09:55
QAMIŞLO

Çalakiya konvedanê ya li ber avahiya Komseriya Kar û Barên Penaberan a Neteweyên Yekbûyî ya li bajarê Qamişlo  di roja xwe ya 26'an de berdewam dike. Çalakî ji aliyê Hêzên Parastina Civakî-Jin ve bi hevkariya Kongra Star ji bo şermezarkirina bêdengiya navneteweyî ya li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê û bi banga girtina qada hewayî ya herêmê li pêşiya balafirên dewleta Tirk a dagirker hatiye birêxistinkirin.

Di roja 26`yan de, endamên Hêzên Parastina Civakî (HPC) yên navçeya Çilaxa û bi dehan şêniyên Qamişlo herikîn bin konê çalakiyê.

Endamê HPC`Mîlad El Akûb axivî û got: “Dewleta Tirk rojane komkujiyan pêk tîne, li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dehan zarok û jinên me hatin hedefkirin. Dewleta Tirk bi rêya sêxûran zarok û jinên me hedef digirê."

Mîlad El Akûb îşart bi bêdengiya navneteweyî ya li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker kir û got, Neteweyên Yekbûyî dibêje em mafê mirovan diparêzin, lê li hemberî sûc û êrişên dewleta Tirk a dagirker dengê xwe nake.

Mîlad El Akûb di dawiya axaftina xwe de banga hevgirtinê li gelê herêmê kir û got: "Ji bo misogerkirina serkeftinê û pêkanîna armancên şehîdan, divê hemû pêkhate bibin yek, sîxur û ajanên dagirkeriya Tirk ji herêmê derxin û em li rex hêz û şervanên xwe bin.''

 (hh)

ANHA