Rêveberiya Xweser bi boneya 4`emîn salvegera damezrandina xwe daxuyaniyek da

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi boneya salvegera avabûna xwe daxuyaniyek da û soza rizgarkirina herêmên di bin dagirkeriya Tirk de da û bang li hemû gelên herêmê kir ku li dor saziyên Rêveberiya Xweser kom bibin da ku bêhtir bi bandor xebatên xwe û kar û barên xwe pêk bînin.

Rêveberiya Xweser bi boneya 4`emîn salvegera damezrandina xwe daxuyaniyek da
6 îlon, 2022   09:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro 6'ê Îlonê anku çaremîn salvegera damezirandina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.

Bi vê boneyê Rêveberiya Xweser daxuyaniyek da raya giştî û tê de got: "Di dema ku gef û dorpêça domdar ji aliyê hêzên dijber ve li ser vê rêveberiyê tên kirin, gavên dîrokî ji aliyê wê ve hatine avêtin û destkeftî ji bo tevahî zarokên welat bi dest xistine."

Di destpêka daxuyaniyê de hate gotin: "Di sala 2011’an de, tevgera gel li Sûriyê wek bertekek li hember polîtîkayên dewleta navendî, dûrxistin û înkarê, di hemû qadên jiyanê de dest pê kir û banga azadî, guhertina demokratîk û rûmeta mirovî kir. Piştî ku hêzên navneteweyî û herêmî li gorî ajandayên xwe û berjewendiyên dewletî yekser û ne yekser destwerdan li krîza Sûriyê kirin û komên îslamî yên radîkal ji çar aliyên cîhanê derbas kirin, ev bû sedema dûrketina tevgera gel ji rê, armanc û daxwazên xwe û ket nava agirê şerên etnîkî, navxweyî û xwînrêj. Li ser hesabê gelên Sûriyê veguherî şerên wekaletê û tasfiyekirina hesabên xwe.

Li kêleka vê trajediyê, hêzên nîştimanî yên xwedî mîraseke têkoşînê, xwedî îradeyeke azad û têgihiştî hebûn, li gorî dîtinên cihêreng li tevahiya krîzê û bingeha wê ya civakî û dîrokî lêgerîn dikirin û pê re projeyên çareseriya demokratîk ên yekbûyî û berfireh pêşkêş dikirin. Li ser wê bingehê jî Şoreşa 19’ê Tîrmeha 2012’an dest pê kir û hemû gel û pêkhateyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tev li wê bûn û di warê siyasî, civakî, aborî û di hemû waran de ji bo xizmeta zarokên xwe, xwe birêxistin kir."

Di daxuyaniyê de hate gotin ku tevî kêşe û zehmetiyên navxweyî û derve, zarokên herêmê li ser ragihandina Rêveberiya Xweser di 21'ê Çileya 2014'an de, li herêmên Cizîrê, Kobanê û Efrînê li hev kir û li dor kom bûn û wiha hate gotin: “Ev bû bingeh û destpêka ragihandina projeya Rêveberiya Xweser, weke projeyeke çareseriya demokratîk sûrî ji bo aloziya tevlîhev û dîrokî ya ku Sûriyê tê re derbas dibe.

Vê rêveberiya ku bi destekî ji bo xizmet û rêvebirina herêma xwe dixebitî, bi destê din jî şerê rêxistinên terorîst ên bi navên cuda kir ku ji bo berjewendiyên hin welatên herêmê bi wekalet êrişî vê tecrûbeya nû dikirin, di serî de dewletaTirk ku êrişî her projeya demokratîk a ku xizmeta gel û pêkhateyên herêmê dike.

Vê rêveberiya ku li şûna cîhanê li dijî terora cîhanî li ser erdnîgariya Sûriyê şer kir, bala hemû pêkhate û etnîsîteyan kişandiye û tev li wê dibin û li dora wê kom dibin. Tişta herî giranbuha pêşkêş kir, fedekarî bi zarokên xwe kir da ku herêmek li pey a din ji hovîtiya terorê û tarîtiya serdema a DAIŞ û hevkarên wê rizgar bike, heta gihîştina rizgarkirina Reqa paytexta xîlafeta îdiakirî di Cotmeha 2017'an de û rizgarkirina baregehên dawî yên rêxistina DAIŞ'ê li Baxozê. Di encama rizgarkirina navçeyên berfireh ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji rêxistina terorîst a DAIŞ'ê de; Tevî sê rêveberiyên xweser, 4 rêveberiyên sivîl hatin avakirin.”

'EV RÊVEBERÎ LI SER HEVGIRTINA NÎŞTIMANÎ Û CIVAKÎ HATE AVAKIRIN’

Di daxuyaniyê de armancên damezirandina vê rêveberiyê hate destnîşankirin "Hewcedariya yekkirina kar û xebata her heft rêveberiyan hebû. Lewma 6`ê Îlona 2018`an Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li bajarê Eyn Îsa bi sazûmaniyên heyî hat ragihandin ku ji 3 meclisan Qanûnî, Dozgerî û Rêveber  pêk tê û saziyên sivîl, leşkerî û ewlehiyê digire nav xwe.

Ev rêberî li ser bingehên nîştimanî û civakî hate avakirin ku ew ê çareseriya giştî bi xwe re bîne. Di heman demê de ji bo hemû pirsgirêkên li Sûriyê û herêmê modeleke guncaw e. Ev rêveberî xwe dispêre rêgezên jiyana hevbeş û pirçandî ku ew jî li ser bingeha fikir û felsefeya neteweya demokartîk hatiye destnîşankirin ku civak xwe bi rêve bibe, daxwazên xwe bi cih bîne û sînorê siyasî yê cografiya Sûriyê biparêze."

Di berdewama daxuyaniyê de îşaret bi berdewama aloziyê û sûcên dewleta Tirk a dagirker hate kirin û ev hate gotin: "Di salvegera 4`emîn a Rêveberiya Xweser de ku 6`ê Îlonê ye, hîn jî aloziya Sûriyê dewam dike, pê re jî azara gelê wê zêde dibe û bi darê zorê koçber dibin. Her wiha dewleta Tirk a dagirker li herêmên dagirkirî sûcên şer û dermirovî pêk tîne. Bi vê boneyê, tevî astengiyên ku derketin pêşberî rêveberiyê û ambargoya ku hêzên dijber ferz kirin, lê belê rêveberiyê bi hemû hêza xwe hewl dide daxwazên gelê xwe yên xizmetguzarî, ewlehî û siyasî pêk bîne, gavên dîrokî avêtin û ji her kesî re destkeftî pêk anîn.”

Rêveberiya Xweser di daxuyaniyê de soz da gelê Sûriyê ku ew ê ji bo rizgarkirina herêmên dagirkirî kar û xebat zêdetir bike û wiha dewam kir: “Bi vê boneyê em Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê sozê didin gelê Sûriyê bi giştî û Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi taybet zarokên me yên ku di oxira pêkanîna azadî û rûmeta mirovahiyê de şehîd bûne, ku em ê rêya şehîdên xwe bişopînin, ewlehî û îstiqrara herêmê biparêzin, destkeftiyên gelê herêmê bi dest xistine biparêzin da ku projeya Rêveberiya Xweser û saziyên wê yên sivîl û leşkerî ji êrişên cuda were parastin.

Her wiha em soz didin ku em ê di hemû qadan de bixebitin da ku herêmên dagirkirî Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî rizgar bikin ku beşekî stratejîk ji herêmên Rêveberiya Xweser in û vegera birûmet û ewle ya gelê xwe û şêniyên me yên ku bi zorê hatin koçberkirin, dabîn bikin.”

Rêveberiya Xweser di daxuyaniyê de bang li gelê Sûriyê bi hemû beşên wê kir ku li derdora rêveberiyê kom bibin da ku çalaktir bibe û got: “Em bang li tevahî gelên herêmê, pêkhate û beşên wê yên civakî dikin ku li serdora saziyên sivîl û leşkerî yên Rêveberiya Xweser bibin û cihê xwe di nav de bibin da ku çalaktir bibe û karibe mîsyon û xizmetên jiyanî pêk bîne. Ji ber ku projeya Rêveberiya Xweser bûye projeyeke ku hêviyên hemû sûriyan pêk tîne û pêşeroja Sûriyê diyar dike, her wiha ji bo hemû aloziyên li Sûriyê û herêmê çareseriyeke siyasî ye.”

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di dawiya daxuyaniyê de bang li civata navneteweyî kir ku li hemberî êrişên Tirkiyê yên li ser herêmê erkên xwe yên exlaqî û qanûnî bi cih bîne "Ji ber ku ev êriş binsaziya herêmê û sivîlan dike dike. Her wiha bang dikin ku çareseriyeke siyasî peyda bikin ku hemû sûriyên aktîv her yek li gorî taybetmendiyên xwe tê de cih bigire da ku sûriyeke demokratîk ji bo tevahî sûriyan were avakirin.”

(hs-eh)

ANHA