​​​​​​​Li Eyn Îsayê bi sedan kes ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan meşiyan

Îro bi sedan şêniyên navçeya Eyn Îsayê ya kantona Girê Spî ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan meşiyan.

​​​​​​​Li Eyn Îsayê bi sedan kes ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan meşiyan
6 îlon, 2022   09:40
EYN ÎSA

Bi sedan şêniyên navçeya Eyn Îsayê û koçberên kantona Girê Spî ya dagirkirî beşdarî meşê bûn û ji aliyê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a kantona Girê Spî ve hate organîzekirin.

Beşdarên meşê li Qada Disîplîna Leşkerî kom bûn û pankartên "Ji rêber Abdullah Ocalan re azadî" hilgirtin û wêneyên wî hildan.

Piştî ku şênî gihaştin Qada Şehîd Cûdî ya li navenda navçeyê, hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk a navçeya Girê Spî Sebrî Nebo axivî û tecrîda ku dewleta Tirk a faşîst ev nêzî 24 sal e li girava Îmraliyê li ser rêber Abdullah Ocalan ferz dike, şermezar kir.

Sebrî Nebo her wiha diyar kir ku dewleta Tirk bi vê tecrîdê planên dewletên dagirker û dijminê azadî û aştiyê pêk tîne.

Nebo anî ziman ku dewleta Tirk ji fikir û îdeolojiya rêber Abdullah Ocalan a ku armanca wê azadiya gelan e, ditirse û di heman demê de ji ber ku bandorê li siyaseta çewisandin û şovenîst a rayedarên Tirk dike, tirsa wê ji pêkanîna vê fikrê li ser erdê heye.

Nebo di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku bi ruhê têkoşîn û berxwedanê ew ê tecrîda li ser rêber Ocalan bişikînin û planên dijminatiya gelên herêmê têk bibin.

Meş bi berzkirina dirûşmên silavkirina rêber Abdullah Ocalan bi dawî bû.

(hs)

ANHA