Rojnameyên erebî: Li herêmên hikumeta Şamê û dagirkeriya Tirk bûyerên xwekuştinê zêde bûn

Di salên dawîn de bûyerên xwekuştinê li herêmên di bin serweriya hikumeta Şamê û dewleta Tirk a dagirker de zêde bûne. Ji destpêka îsal heta dawiya meha Hezîranê 124 bûyerên xwekuştinê hatine tomarkirin. Li Iraqê jî desthilata rêveber bi piraniya hêzên siyasî li ser pêkanîna hilbijartinên pêşwext ji bo çareserkirina aloziya siyasî ya welat, li hev kir.

Rojnameyên erebî: Li herêmên hikumeta Şamê û dagirkeriya Tirk bûyerên xwekuştinê zêde bûn
6 îlon, 2022   08:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Zêdebûna bûyerên xwekuştinê li herêmên di bin serweriya hikumeta Şamê û dewleta Tirk a dagirker de, aloziya siyasî ya li Iraqê û rewşa Yemenê mijarên rojnameyên erebî yên îro ne.

‘JI DESTPÊKA ÎSAL VE ZÊDETIRÎ 124 BÛYERÊN XWEKUŞTINÊ LI SÛRIYÊ’

Der barê rewşa Sûriyê de, rojnameya Şerq El Ewsat wiha nivîsî: "Agahî belav bûn ku mêrekî di 40 saliya xwe de dawî li jiyana xwe anî. Tê gotin li naverasta Şamê li kolana Hemra ya bazirganî xwe ji qata çaran avêtiye. Nûçeyên din jî ên qezayan hebûn. Lê guman li ser nûçeya xwekuştina rêveberê şaredariya bajarê Ceblêya ya berava Sûriyê hebûn ku bi guleyan ji serê xwe kuştî li nivîsgeha wî hate dîtin.

Di salên dawî de bûyerên xwekuştinê bi awayekî balkêş zêde bûn. Li gorî raporên ragihandinê ku ji rêveberê giştî yê Desteya Giştî ya Tiba Edlî Dr. Zahir Heco hatine girtin, li herêmên di bin serweriya rejîmê de ji destpêka îsal heta dawiya Hezîranê, 93 bûyerên xwekuştinê (69 mêr û 24 jin) hatin tomarkirin. Hejmara herî mezin li Helebê ye ku 25 bûyerên xwekuştinê lê hatine tomarkirin, li gundewarên Şamê 19 bûyer û li Tertûsê jî 12 bûyeran rû da.

Hêjayî gotinê ye ku di sala 2020'î de hejmara xwekuştinên tomarkirî ya herî zêde bû ku gihaşt 197'an. Di sala 2019'an de gihişt derdora 124 bûyeran û sala borî jî 166 bûyerên xwekuştinê çêbûn. Ji destpêka îsal ve 31 bûyerên xwekuştinê hatine tomarkirin; ji van 11 zarok, 11 jin û 9 jî mêr in.

Nexweşiyên derûnî, depresyon, nexweşiyên dil, madeyên narkotîkê sedemên xwekuştinê ne. Di salên dawîn de ev nexweşî ji ber şer, tirs, xemgînî û bêaramî, jihevketina malbatê, tunebûna desteka civakî, zehmetiyên peydakirina pêwîstiyên jiyanî zêde bû.

Ev diyarde ber bi zêdebûnê ve diçe, di demekê de ku dermankirina derûnî ji ber kêmbûna bijîşkên pispor ku di encama şer û koçberiyê de kêm dibe. Tenê 70 bijîşkên derûnî di klînîkan de kar dikin û tenê 2 nexweşxaneyên li Sûriyê "Nexweşxaneya Ibn Sîna" li Şamê ye û 7 parêzgehan li xwe digire û "Nexweşxana Îbn Xeldûn" li Helebê û herêma bakur jî li xwe digire, her wiha beşa "Nexweşxaneya Mowasat" û " Îbn Ruşd" li Şamê.  Yekane nexweşxaneya derûnî ya taybet ku li Sûriyê li gundewarên Şamê bû, ji dema derketina aloziyê di sala 2011'an de, ji xizmetê derketiye.

Her du nexweşxaneyên derûnî tenê rewşên giran pêşwazî dikin ku li Şamê rojane 20-30 nexweşxan pêşwazî dike. Sedema vê yekê kêmbûna kadroyên tibî yên pispor e.

Li gel rewşa aborî ya hilweşiyayî, lêçûna tedawiya derûnî li kilînîkan bilind e. Her serdaneke ji bo kilînîkê digihêje derdora 50 hezar lîreyan, her wiha derman jî kêm in, heke peyda bibin jî biha ne."

‘IRAQ: HEMÛ RÊ BER BI HILBIJARTINÊN PÊŞWEXT VE DIÇIN’

Têkildarî rewşa Iraqê rojanemaya El Beyan wiha nivîsî: "Desthilatdarên rêveber ên Iraqê duh bi piraniya hêzên siyasî re li ser pêkanîna hilbijartinên pêşwext li hev kir da ku aloziya siyasî ya ku ji mehan ve li welat rû daye, çareser bikin. Aloziya siyasî di hefteya borî de veguherî şerekî çekdarî. Li gorî daxuyaniya hikumeta Iraqê, lihevkirina li ser hilbijartinên pêşwext di hevdîtina serokê Iraqê Berhem Salih û nûnerên partiyên siyasî yên mezin, nûnera Neteweyên Yekbûyî ya li Iraqê de derket. Ev hevdîtin di çarçoveya rûniştinên ‘Diyaloga Nîştimanî' de pêk hat ku serokê Tevgera Sedr, Muqteda Sedr boykot kiriye.

Li gorî ajansa Wam ku agahiyan dispêre nivîsgeha ragihandinê ya Kazimî; di civînê de beşdaran li ser van xalan li hev kir; pêşketina rewşa siyasî û encamên wê yên nakokiyan erkekî nîştimanî ji bo parastina îstiqrarê, parastina welat ji krîzan, desteka xebatên aramkirinê, rêgirtina li ber tundiyê, pêkanîna diyalogên nîştimanî li ser hemûyan ferz dike da ku bigihêjin çareseriyan. Her wiha beşdaran girîngiya domandina diyalogên nîştimanî destnîşan kir.

Beşdaran ev biryar dan; tîmek ji hemû aliyên siyasî yên cuda were avakirin da ku nêrîn û fikirên hevbeş li ser nexşerêya çareseriya nîştimanî geş bike û nêrîn nêzî hev bin da ku bigihêjin hilbijartinên pêşwext û pêwîstiyên lêvegera qanûna hilbijartinan pêk bînin û Komseriya Hilbijartinan di ber çavan re bê derbaskirin.

Hilbijartinên pêşwext yek ji daxwazên sereke yên Sedr in. Mijara hilbijartinên pêşwext, piştî kêmî salekê ji pêkanîna hilbijartinên qanûnsaz di Cotmeha 2021'an de pê hat.

Hevrikên Sedr ên di Çarçoveya Hemahengiyê de daxwaza erkdarkirina serokekî nû ji bo hikumetê beriya ku hilbijartinên nû pêk werin, dikin. Li gorî destûrê bêyî daxwaza sêyeke ji endamên parlamantoyê yan jî daxwaza serokwezîr û erêkirina serokkomar, nabe parlamento hilweşe.”

‘ÎXWAN LI YEMENÊ VEGERA HADÎ NÎŞAN DIDIN’

Rojnameya El Ereb der barê mijara Yemenê de wiha nivîsand: "Çavkaniyên siyasî yên yemenî yên agahdar ji El Ereb re got Îxwan zextên zêde li ser Meclisa Rêveber a Serokatiyê dikin da ku çerxa guhertin û reformên ku meclisê dest pê kiriye, bisekinîne û li hemberî rêveberiya meclisê kaxeza vegera serokê berê Ebidrebuh Mensûr Hadî nîşan dide wekî ku teqez dikin ku îstîfa nekiriye û hîna serokê komarê ye.

Çavkaniyan diyar kir ku tevgerên Îxwanê li Yemenê yên li dijî Meclisa Rêveber a Serokatiyê li ser gefa vekişîna ji hikumeta qanûnî nesekiniye û hemleyên ragihandinê jî hene ku serokê Dîwana Serokatiyê û hin endamên meclisê hedef digire. Çalakiyên Îxwanê gihaşt asta pêşkêşkirina gilî û agahiyên şaş li ser sefîrên dewletên daîmî yên Konseya Ewlekariyê.

Rêveberên Partiya Îslah, çalakvan û  rojnamevanên ser bi partiyê ve di van demên dawîn de li ser rewatiya Desteya Serokatiyê dipirsin û dihesibînin ku serokê berê yê ku ji bo bihêzkirina komê di saziyên rewa de beşdar bûye, hîn jî serokê rewa ye.”