ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 6-9-2022`YAN

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 6-9-2022`YAN
5 îlon, 2022   23:00

Şêniyên navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê cenazeyê şehîd Slava Remadan li Goristana Şehîd Rustem Cûdî oxir dikin saet di 14:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Pêngava Mirovî û Ewlehiyê di roja 13`an de berdewam dike ku armanca wê tunekirina şaneyên DAIŞ`ê li kampa Holê. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê salvegera 4`an a damezirandina rêveberiyê li hola seyrangeha Mişwar bi bîr tîne. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Tebqayê ji bo banga azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan bikin, çalakiya konvedanê ya du rojan li navenda Yekitiya Werzîşê li dar dixe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Çalakiya konvedanê ya HPC-Jin bi koordîneya Kongra Star li dar xistiye didome saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Êvara çarşema borî li Heleb û Şamê êriş hatin kirin. Ev êriş ketin stûyê Îsraîlê. Êrişa yekemîn li dijî balafirgeha navneteweyî bû û ya din li ser nuqteyeke leşkerî ya li hember balafirgehê bû. Armanc ji van êrişan û dema wan çi ye?(BI WÊNE)

Du lêkolîneran lihevhatina hikumeta Şamê û Tirkiyê di demeke nêzîk de dûr xistin tevî ku armanca wan a hevbeş redkirina her projeyeke demorkatîk wekî alternatîfa dewletnewe ya navendî ye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Cîgira Seroka Desteya Jinê a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmê û li ser jinan şermezar kirin û diyar kir ku ev polîtîkayên dewleta Tirk ji bo valakirina herêmê ji şêniyên wê yên resen û têkbirina projeya Rêveberiya Xweser e. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Hiqûqnasên Ereb ên bajarê Reqayê diyar kir ku tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan ne rewa ye û li dijî maf û qanûnên navneteweyî ye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Parêzerê sûrî Welîd Mitêran got destwerdana derve di Sûriyê de rewşê xirabtir dike û çareseriya siyasî dereng dixe û diyar kir ku krîza ku civata navneteweyî di encama şerê Ukraynayê de tê re derbas dibe, derfetek e ji sûriyan re ji bo dîtina çareseriyekê. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Dayika her du şehîdan Ferhad Şiblî û Îsam Dêrik bang li gelê Kurdistanê kir ku li dijî xiyanetkarên ku rê li ber artêşa Tirk a dagirker vedikin da ku Kurdistanê dagir bikin, rabin ser piyan û got: "Zarokên min bi destê xayinan şehîd bûn, PDK jî  bi dagirkeran re beşdarî êrişên li dijî gerîla bû." (BI WÊNE Û DÎMEN)

ÇAND Û HUNER

Komîna Fîlm a Rojava filma Dema Dirîreşkan li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya Qamişlo pêşkêş dike saet di 09 :00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

Çandina pîvaz li kantona Şehbayê yek ji girîngtirîn hilberînan e. Rêgeza xwetêrkirinê li herêmê peyda dike û hilberîna zêde derdeve derveyî Sûriyê û cotkar ji wê qezencê sûd digirin û hinekî zehmetiyên ji ber dorpêçê çêdibin, sivik dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Hevserokê Gerînendetiya Avê ya Kobanê Mesûd Bozî da zanîn ku ava çemê Firatê li hin cihan bûye çirav. Ew jî ji ber qutkirina wê ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve ye û êdî ev av qirêjî bûye û gefan li jiyana welatiyan dixwe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Tevî topbarana ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve û dorpêça ji aliyê hikumeta Şamê ve, lê Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Efrînê amadekariyên xwe ji bo sala xwendinê ya nû didomîne, jê ya herî girîng guhertina pergala ezmûnan ber bi pergala nirxandinê ve. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA