Amadekariyên Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Efrînê ji bo sala xwendinê ya nû

Tevî topbarana ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve û dorpêça ji aliyê hikumeta Şamê ve, lê Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Efrînê amadekariyên xwe ji bo sala xwendinê ya nû didomîne, jê ya herî girîng guhertina pergala ezmûnan ber bi pergala nirxandinê ve.

Amadekariyên Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Efrînê ji bo sala xwendinê ya nû
Amadekariyên Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Efrînê ji bo sala xwendinê ya nû
Amadekariyên Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Efrînê ji bo sala xwendinê ya nû
Amadekariyên Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Efrînê ji bo sala xwendinê ya nû
6 îlon, 2022   00:45
ŞEHBA-XANDÎ ELO

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê biryar da ku dibistan dê di 18`ê Îlonê de werin vekirin.

Li gorî wê, ruxmî topbarana rojane ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve û dorpêça ji aliyê hikumeta Şamê ve Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya herêma Efrînê amadekariyên xwe yên ji bo sala xwendinê ya nû 2022-2023`yan didomîne.

PÊKANÎNA PERGALA NIRXANDINÊ DI SALA XWENDINÊ YA NÛ DE

Yek ji xebatên herî girîng ên desteyê piştî yekkiriya metaryalan li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê; guhertina pergala fêrkirinê ye ku li ser pergala ezmûnan ava bûye û pêkanîna pergala nirxandinê li şûna wê.

Pergala nirxandinê ji ya berê cudatir e. Ev pergal xwe dispêre tevlêbûna xwendekar di waneyan û çalakiyên fêrkirinê de û jêhatîbûna wan di xwendinê de.

Armanca sereke ji vê pergalê, avakirina kesayeta xwendekar, pêşxistina karînên xwendekaran ên analîzekirinê û derxistina wan ji çarçoveya berê, girêdana xwendekaran bi nirxên manewî û madî û parastina wan.

Berdevka Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya herêma Efrînê Henaa Kalo wiha behsa vê pergalê û serkeftina wê kir: “Ev pergal li gelek dewletan bi serketiye. Di vê salê de wê guhertinên bingehîn di karê desteyê de pêk werin. Di nav de pêkanîna pergala nirxandinê, mîna gelek dewletan kiriye ku ev pergal kiriye bingeha sîstema xwendinê û gelek serkeftin di vî warî de pêk anîn.”

DORPÊÇ BANDOR LI XEBATÊN PERWERDEYÊ DIKE

Dorpêça ku hikumeta Şamê li ser herêmê ferz kiriye, ne tenê bandor li qadên jiyanê dike, lê belê xebatên perwerdeyê jê ne îstîsna ye.

Li 72 dibistanên li herêmê pirtûk û amûrên fêrkirinê peyda nabin, di encama dorpêçê de ku bi awayekî neyînî bandor li xebatên perwerdeyê dike.

Her wiha li herêmê ji ber dorpêçê mazot tune ye ji xwe sala borî heman astengî hebû lê dîsa jî şagirtan bi israreke mezin xwendina xwe temam kirin.

Ne tenê dorpêç astengiyan û zehmetiyan li pêşiya şêniyan û xwendekaran derdixe, lê belê topbarana rojane ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve, bû sedem ku dibistan rawestin. Gelek caran deste ji ber tirsa li ser jiyana xwendekaran dibistan digirtin. Ji 2018`an ve 7 dibistan li kantona Şehba û navçeya Şêrawa hatin topbarankirin û beşek jê wêran bûn. Her wiha 9 xwendekar şehîd bûn û gelek din jî birîndar bûn.

Li dibistanan, sindoqên destwerdana lezgîn tune ne, ji ber ku hikumeta Şamê dorpêç li ser herêmê ferz kiriye jî derman di nexweşxaneyan û navendên Heyva Sor a Kurd de kêm in.

Henaa Kalo diyar kir ku ev astengî ji wan re zehmetiyan derdixin û got: “Yek ji wan zehmetiyan, mazot e. Ruxmî wê jî, bi hevkariya xwendekaran me sala borî bi awayekî serkeftî derbas kir. Li rex wê jî topbarana rojane heye ku di encamê de dibistan ji bo çend rojan hatin girtin. Di encamê de zarok ji perwerdeyê dûr diketin.”

AMADEKARIYÊN PÊŞWAZÎKIRINA SALA XWENDINÊ YA NÛ   

Henaa Kalo wiha domand: “Di vê havînê de dewreyên perwerdeyê yên akademîk ji bo mamosteyan hatin vekirin da ku xwe pêş bixin û rêbazên pergala nû ya nirxandinê, fêr bibin. Peymangeheke mamosteyên refê ya 2 salan hat vekirin. Bi sedan mamoste tev lê bûn. Niha hezar û 110 mamoste amade ne derdora 15 hezar xwendekaran di sala nû de perwerde bikin.”

Henaa Kalo di dawiyê de got: “Nîqaş hene ku di pêşerojê de beşên din di peymangeha Viyan Amara de bê vekirin.”

ANHA