Şêniyên Zirganê: Li hemberî êrişên dewleta Tirk vebijêrka me berxwedan e

Şêniyên Zirganê yên nêzî eniya şer da zanîn ku ew li hember êrişên li ser navçeyê bi berxwedan û xaka ve girêdayî ne û bang li NY´yê kir ku bi erkên xwe yên bidawîkirina dagirkeriya Tirk rabe.

Şêniyên Zirganê: Li hemberî êrişên dewleta Tirk vebijêrka me berxwedan e
5 îlon, 2022   11:17
HESEKÊ

Şêniyên navçeya Zirgan a kantona Hesekê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, li navenda navçeyê bi dirûşma "Na ji dagirkeriya dewleta Tirk û guhertina demografiyê re" daxuyaniyek da û êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser navçey û hedefgirtina welatiyan şermezar kirin.

Daxuyaniya ku ji aliyê hevseroka Navenda Perwerdeyê ya navçeyê Rewda El Ehmed ve hate xwendin, wiha ye:

"Bi taybet dewleta Tirk a dagirker di van demên dawîn de hemû pîvanên mirovahî û nirx û prensîbên mafên kom û kesan binpê kirine, guh nade made, armanc û naveroka bingehên Neteweyên Yekbûyî (NY).

Tişta ku dewleta Tirk a dagirker dike, heman polîtîkayên ku di dawiya serdema xwe qirker de ji aliyê sultanê Osmanî ve li dijî gelên resen ên herêmê yên Kurd, Ereb, Ermen, Suryan û Asûrî dihat kirin. Wekî îro jî, di hemû warên çandî, civakî, aborî û siyasî de li dijî gelê me hemû cureyên qirkirinê pêk anî û zarokên dibistanan dikir hedefa hovîtiya xwe.

Em hemû pêkanînên dewleta Tirk ên li ser gelê me, bi taybetî jî sûcê hovane yê ku di demên dawî de li dijî jinên têkoşer û çalakvanên siyasî yên jin pêk anî, bi tundî şermezar dikin. Yên ku ji Şoreşa 19’ê Tîrmeha 2012’an heta niha îradeya jin û civakê îspat û temsîl kirin û tekezî li ser mafê diyarkirina çarenûsa xwe ya adilane kirin, ew bûn.

Em bang li Rûsya û Amerîkayê dikin ku ji sala 2019'an û vir ve bi Tirkiyeyê re peymanên agirbestê îmze kirine, ku bi van peymanan Tirkiyê neçarî bike sûcên xwe rawestîne û dawî li polîtîkayên xwe yên qirkirinê bîne.

Em xelkê navçeyê bi axa xwe ve girêdayî ne û em wê ji dagirkeriyê re nahêlin. Em ê berxwedana xwe û piştevaniya hêzên ku parastina Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin, ku ew jî Hêzên Sûriya Demokratîk û Hêzên Ewlekariya Hundirîn in, bidomînin.

Her wiha em bang li Neteweyên Yekbûyî û civata navneteweyî dikin ku bi berpirsyariyên xwe rabin û dawî li dagirkeriya Tirkiyê û destwerdana eşkere ya wê di kar û barên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de û binpêkirina serweriya wê bînin."

(hs)

ANHA