​​​​​​​Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi şêx û rûspiyên Til Temirê re civiyan

Nivîsgeha Têkiliyên Hêzên Ewlekariya Hundirîn li herêma Cizîrê di van kêliyan de civîneke berfireh ji rûspiyên eşîrên Ereb û Kurd ên navçeya Til Temirê re li dar dixe. Di civînê de pêşdeçûnên siyasî û ewlehî yên li herêmê tên nîqaşkirin.

​​​​​​​Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi şêx û rûspiyên Til Temirê re civiyan
5 îlon, 2022   09:18
HESEKÊ

Nivîsgeha Têkiliyan a Hêzên Ewlekariya Hundirîn a herêma Cizîrê beriya çend kêliyan dest bi civîneke berfireh ji şêx û rûspiyên eşîrên Ereb û Kurd ên li navçeya Til Temir û gundewarên wê re kir da ku pêşdeçûnên siyasî û ewlehî yên li herêmê û êrişên bênavber nîqaş bikin.

Civîn li hola civînan a Hêzên Ewlekariya Hundirîn a li navçeya Til Temirê hate lidarxistin. Di civînê de bi dehan şêx û rûspiyên eşîrên ji tevahî pêkhateyan, endamê rêveber ê Nivîsgeha Têkiliyan a Hêzên Ewlekariya Hundirîn li herêma Cizîrê Enwer Elî, endama rêveber a Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Til Temirê Ronahî Mihemed û endama rêveber a Hêzên Natora li Xabûr Robert Echo amade bûn.

Di civînê de Enwer Elî li ser pêşdeçûnên girêdayî krîza li welat li gel nakokiya hêzên navneteweyî li ser berjewendiyên li Sûriyê, êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve yên bi armanca dagirkirina xaka Sûriyê nîqaş kir.

Li gorî bernameya civînê dê heta saetên piştî nîvro mijarên girêdayî rewşa ewlehiya giştî, siyasî û leşkerî li Sûriyê, li Bakur û Rojhilatê Sûriyê werin nîqaşkirin.

(fr)

ANHA