QSD: Îdiayên Tirkiyê yên 6 şervanên me şehîd bûn derew in

QSD´ê îdiayên Wezareta Parastinê ya dewleta Tirk ku 6 şervanên QSD´ê di 5´ê Îlonê de şehîd bûne derewandin û got ev îdia dûrî rastiyê ne.

QSD: Îdiayên Tirkiyê yên 6 şervanên me şehîd bûn derew in
5 îlon, 2022   09:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi twîttekê wiha got: "Li gorî îdiayên Wezareta Parastinê ya dewleta Tirk a dagirker belav kirine, di 5´ê Îlonê de 6 şervanên me şehîd bûne. Lê ev îdia dûrî rastiyê ne."

(fr)