Zaroka birîndar Silava Remedan şehîd bû

Di 18´ê Tebaxê de balafireke artêşa Tirk a dagirker navenda perwerdeyê ya zarokên keçîn a li gundê Şemoka bombebaran kiribû û di encamê 4 zarok şehîd bûn û 11 jî birîndar bûn. Ji birîndaran zaroka bi navê Silava Remedan jî şehîd bû.

Zaroka birîndar Silava Remedan şehîd bû
5 îlon, 2022   10:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker di 18´ê Tebaxê de navenda perwerdeyê ya zarokên keçîn a li gundê Şemoke yê Til Temirê ya Hesekê bombebaran kiribû, di encamê de 4 zarok şehîd bûbûn û 11 jî birîndar bûbûn.

Ji birîndaran zaroka bi navê Silava Remedan jî di 1´ê Îlonê de şehîd bû.

Silava Remedan ji Dirbêsiyê ye û di 2005´an de ji dayik bûye.