Li kampa Holê jinên kelemçekirî hatin dîtin- HATE NÛKIRIN

Hêzên Ewlekariya Hundirîn û YPJ'ê li beşa 7'an ê kampa Holê 3 jinên kelemçekirî û li ser bedena wan şopên îşkenceyê hebûn, dîtin.

Li kampa Holê jinên kelemçekirî hatin dîtin- HATE NÛKIRIN
5 îlon, 2022   08:32
HESEKÊ

Di Pêngava Mirovî û Ewlehiyê ya li kampa Holê de, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û YPJ'ê 3 jinên kelemçekirî peyda kirin ku li ser wan şopên îşkenceyê hene.

Ev jin li beşa 7'an a kampê di cihekî taybet ê ji bo îşkencekirinê de hatin dîtin. Nasnameyên jinan nehatin zanîn.

Di roja 9'an a qonaxa duyemîn a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê de zarokeke êzidî bi navê Wefa Elî Ebas jî hat rizgarkirin.

ANHA