​​​​​​​Rojnameyên erebî: Hêzên Şamê gefên têketina bajarê Casim ê Derayê dixwin

Rojnameyên erebî yên vê sibehê derketine behsa gefên hêzên hikumeta Şamê yên bikevin bajarê Casim ê Derayê, giliya Sedr a qebûlkirina îstîfayên parlamenterên wê û rewşa Lîbyayê kir.

​​​​​​​Rojnameyên erebî: Hêzên Şamê gefên têketina bajarê Casim ê Derayê dixwin
5 îlon, 2022   07:41
NAVENDA NÛÇEYAN

´REJÎMA SÛRIYÊ GEFÊN TÊKETINA BAJARÊ CASIM Ê DERAYÊ DIXWIN´

Têkildarî rewşa Sûriyê rojnameya Şerq El Ewset wiha nivîsî: "Hêzên rejîma Sûriyê hewl didin senaryoya Tefesê li bajarê Casim ê bakurê Derayê dubare bibe.

Çavkaniyên herêmî ji bajarê Casim da zanîn ku komîteya ewlehiyê ya rejîma Sûriyê ji rûspî û kesên dan û standinê dikin, xwest endamên DAIŞ´ê ji bajêr derkevin, heke na dê operasyoneke leşkerî li dijî wan pêk bîne. Her wiha banga tevlêbûna li civîneke dan û standinê li Deraya Mihete kir. Lê wan beşdaran red kir û got ew xwestek îdiayên pêkanîna êrişeke leşkerî li dijî muxalefetê ne û xwest civîn li Casimê bi xwe be.

Çavkaniyan eşkere kir ku komîteya ewlehiyê hewl dide heman senaryoya li Tefesê çêbûye pêk were, da ku kesên dixwazin ji bajêr derxin."

´IRAQ: TEVGERA SEDR GILÎ JI BO QEBÛLKIRINA ÎSTÎFAYÊN PARLAMENTERÊN XWE KIR´

Girêdayî rewşa Iraqê rojnameya Îtîhad El Îmaratî ev tişt nivîsî: "Tevgera Sedr li Dadgeha Federal a Bilind gilî kir ku îstîfayên 73 parlamenterên wê qebûl bike. Li aliyekî din jî serokê Meclisa Nûneran Mihemed Helbûsî 10 bend ji bo rûniştinên diyaloga bê pêşkêş kirin. Ji wan jî hilbijartinên pêşwext. Helbûsî da zanîn ku xebata siyasî bêyî lihevkirina li ser hemû bendan pêk nayê.

Ajansa Nûçeyan a Iraqê ya fermî da zanîn ku Dadgeha Federal a Bilind 28´ê Îlonê ji bo lêvegera li giliya Sedr a qebûlkirina îstîfayên parlamenterên wê diyar kir."

´LUBNAN BER BI AVAKIRINA HIKUMETEKÊ YAN JÎ NEBAŞIYÊ VE DIÇE´

Der barê Lubnanê de rojnameya El Ereb wiha nivîsî: "Çavkaniyên siyasî da zanîn ku Lubnan êdî di du senaryoyan de bi destpêka dema destûrê ya hilbijartina serokekî nû ji bo welat mehkûm e. Ew jî; yan qebûlkirina hikumetê yan jî welat ber bi nebaşiyê û derbasbûna li aloziya destûrê û qanûnê ve biçe.

Çavkaniyan diyar kir ku valabûna di serokatiya hikûmeta demkî de senaryoya herî metirsîdar e ku li benda Lubnanê ye, ji ber ku ew ê bibe destpêka qeyrana sîstema ku tu kes nikare pêşbîniya çawaniya derketina ji wê bike, nemaze ku her kes gefê dixwe. Di heman demê de tê texmînkirin ku ew hemû çekên siyasî yên pêwîst ji bo başkirina mercan bi kar bînin.

Beriya çend rojan nîşaneyên muhtemel ên avakirina hikumeta nû ya Lubnanê derketin holê û dûrketina ji senaryoya hikumeta demkî ya ku erkên serokatiya komarê bi rê ve dibe, derketin holê.

Serokê hikumeta demkî Necîb Mîqatî xweşbîniya xwe ya ji bo nêzbûna avakirina hikumeteke nû anî ziman û Tevgera Nîştimanî ya Azad girîngî da lezbûna avakirina hikumetê û hilbijartina serokekî nû ji bo welat."

(fr)