'Helîkoptereke din a Skorsky hate xistin'

Çavkaniyên HPG'ê ragihandin ku helîkoptereke din a dewleta Tirk a dagirker a bi tîpa Skorsky hatiye xistin.

'Helîkoptereke din a Skorsky hate xistin'
5 îlon, 2022   08:40
NAVENDA NÛÇEYAN 

Li gorî agahiyên çavkaniyên HPG'ê ku dane ANF'ê, helîkoptereke bi tîpa Skorsky 4'ê Îlonê saet di 23:50'î de li Qada Girê Amediyê hate xistin.

Tê payin ku Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser mijarê agahiyên berfireh bide.

HPG'ê diyar kiribû ku 3'ê Îlonê jî li qada Sîda ya Zapê, helîkoptera bi tîpa Skorsky a derba giran xwar, agir pê ket û dema hewl dida ji herêmê biçe, li qada Barzanê kete xwarê û îmha bû.