Semra Guzel: Biryara der barê min de siyasî ye lê bawer bikim em ê bi ser kevin

Parlamentera HDP’ê Semra Guzel ku hat girtin peyam şand û got: “Ev pêvajo bi tevahî neqanûnî û bêhiqûqî ye. Ev biryara der barê min de siyasî ye. Lê bawer bikin, em ê bi ser kevin, hêvî wê bi ser keve, aştî bi ser keve, dê jin bi ser bikevin."

Semra Guzel: Biryara der barê min de siyasî ye lê bawer bikim em ê bi ser kevin
4 îlon, 2022   19:29
NAVENDA NÛÇEYAN 

Parlamentera HDP’ê ya Amedê Semra Guzel destnedayîna wê hat rakirin û di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Enqereyê ve hat birêvebirin de di 3’yê îlonê de li Stenbolê hat girtin û ew şandin girtîgehê.

Semra Guzel bi rêya parêzerên xwe peyam şand.

Peyama Semra Guzel wiha ye:

“Silav ji her kesî re, berî her tiştî divê ez bibêjim ku ez pir baş im ji ber ku ez mafdar im û em mafdar in. Me hemûyan pêvajo ji nêz ve dişopand, ev pêvajo bi tevahî neqanûnî û bêhiqûqî ye. Ev biryara der barê min de siyasî ye. Lê bawer bikin, em ê bi ser kevin, hêvî wê bi ser keve, aştî bi ser keve, dê jin bi ser kevin, dê gel bi ser kevin. Ez ji we hemûyan hez dikim û bi rêzdarî we silav dikim…”