Çalakiya Konvedanê: Ji bo misogerkirina serkeftinê divê em ajanan ji nav xwe derxin

Beşdarên çalakiya konvedanê di roja 24’an de, tekezî li ser bilindkirina asta têkoşînê û ruhê berxwedanê kirin. Her wiha destnîşan kirin ku ji bo misogerkirina serkeftinê û pêkanîna armancên şehîdan, divê hemû pêkhate bibin yek da ku sîxur û ajanên dagirkeriya Tirk ji herêmê derxin.

Çalakiya Konvedanê: Ji bo misogerkirina serkeftinê divê em ajanan ji nav xwe derxin
4 îlon, 2022   12:18
QAMIŞLO

 Çalakiya konvedanê ya ku bi armanca şermezarkirina bêdengiya navneteweyî li hember sûcên dagirkeriya Tirk ên li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ji aliyê HPC-Jin û Kongra Star ve hate organîzekirin, di roja xwe ya 24'an de didome.

Îro jî endamên HPC û HPC-Jin ên Navçeya Girkê Legê tevî bi dehan şêniyên bajarê Qamişlo beşdarî çalakiya konvedanê bûn.

Di bin konê çalakiyê de, endamê HPC`ê li navçeya Girkê Legê Xalid Osman axivî. Osman got ku gelê Kurd û bi giştî gelên Kurdistanê bûye şahidê gelek şoreşan û wiha domand: "Şoreşa me di dîroka gelê Kurd de weke şoreşa 30’emîn tê dîtin. Ew şoreş hemû bi bin ketin, şoreşa azadiya Kurdistanê ya ku bi pêşengiya rêber Ocalan hate destpêkirin û her kesî dixwest weke şoreşên din biqedîne, hê jî didome."

Xalid Osman bang li hemû rêxistinên mafên mirovan ên herêmî û cîhanî û kesên di ware mafê mirovan de dixebitin lê heta niha li hember êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmê dengê xwe nakin, kir ku bi erkê xwe rabin, sînorekî ji sûcên dagirkeriya Tirk re deyînin û qedexeya hewayî li ser herêmê ferz bikin.

Xalid Osman wiha pê de çû: "Bi qebûlkirina fikrê rêber Ocalan û xeta sêyem a li ser esasê biratiya gelan û hevgirtina wan wek bingeh li ser erdê, me karîbû van deskeftî û serkeftinan pêk bînin."

Endamê HPC`ê Xalid Osman di dawiya axaftina xwe de soz da ku ew ê heta serkeftinê têkoşîna xwe bidomînin û wiha domand: "Girîng e ku em ajan û sîxuran ji nava xwe derxin da ku em serkeftina xwe misoger bikin."

Ji aliyê xwe ve endama HPC-Jin a navçeya Girkê Legê Munîfa Silêman jî hovîtiya dewleta Tirk a dagirker û rêbazê derexlaqî yê radestkirina cenazeyê şehîd Hakan Arslan ji bo bavê wî, şermezar kir û ev bang kir: "Divê sînorek ji van sûcan re bê dayîn û endamtiya Tirkiyeyê a NATO'yê bê betalkirin."

Munîfa Silêman wiha dawî li axaftina xwe anî: " Heta pêkanîna armancên şehîdên ku ji bo serkfetinê canê xwe feda kirine, em ê têkoşînê bidomînin."

Hêjayî bibîrxistinê ye ku çalakiya konvedanê ya li ber avahiya Komîseriya Kar û Barên Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li bajarê Qamişlo, di 12’ê Tebaxê de dest pê kiribû.

(hs)

ANHA