Panela li Dêrazorê: Azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan dê çareserî û aştî bi xwe re bîne

Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyê bi dirûşma “Îmralî cihê berxwedanê û deriyê çareserî û aştiyê li Rojhilata Navîn e”, panelek li Herêma 7 Kîlometre ya Dêrazorê li dar xist. Tê de gelek rewşenbîn, siyasetmedar, rûspiyên herêmê, nûnerên meclisên sivîl û leşkerî amade bûn.

Panela li Dêrazorê: Azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan dê çareserî û aştî bi xwe re bîne
Panela li Dêrazorê: Azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan dê çareserî û aştî bi xwe re bîne
Panela li Dêrazorê: Azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan dê çareserî û aştî bi xwe re bîne
Panela li Dêrazorê: Azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan dê çareserî û aştî bi xwe re bîne
Panela li Dêrazorê: Azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan dê çareserî û aştî bi xwe re bîne
3 îlon, 2022   15:44
 DÊRAZOR

Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyê li Herêma 7 Kîlometre ya Dêrazorê bi beşdariya bi dehan rewşenbîr, siyasetmedar, rûspî û nûnerên meclisên sivîl û leşkerî panel li dar xist.

Panel li hola Meclisa Sivîl a Herêma 7 Kîlometre ya Dêrazorê li dar ket.

Di panelê de endamê însiyatîfê Enes El Merfû mijarên panelê diyar kirin û mijara bi navnîşan “Aştiya derûnî û civakî, rola wê di avakirina civakeke xurt û hevgirtî de, divê bingeh girêdana têgeha aştiyê bi koka mirovî ya hevbeş be” bi rêve bir.

El Merfû axaftina xwe wiha domand: “Îro li herêmê li ser rêber Abdullah Ocalan, di dîroka dîlgirtinê de, tecrîda herî giran tê ferzkirin. Divê hiqûqnas û rewşenbîr û gelên herêmê rolek di bidawîkirina vê tecrîdê de bilzîn.”

El Merfû wiha domand: “Divê hezkiriyên aştiyê, gelên azadîxwaze, bindest, dost û hemû rewşenbîr ku di rizgarkirina gelan û tunekirina zulmê de dibin alîkar, li rex rêber Abdullah Ocalan bin. Ji ber ku rêberek cîhanî ye û fikrên xwe yên mîna neteweya demokratîk pêşkêş kir ku tê de çareseriya yekane ya bûyerên li Rojhilata Navîn diqewimin dibîne.”

El Merfû di dawiyê de got: “Rêber Abdullah Ocalan berê û niha jî banga aştiyê dike ku projeya herî modern a demokratîk an ku neteweya demokratîk pêşkêş kir. Rêveberiya Xweser a fikrê rêber Ocalan ji xwe re kiriye bingeh, li ser fikrê rêber Ocalan delîl e ku aştî ji xwe re kiriye armanceke stratejîk.”

Di dawiyê panelê de gelek pêşnuma hatin diyarkirin ku wiha ne;

Girîngiya rola gelên herêmê di bidawîkirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan de.

Avakirina komeke hiqûqnasan da ku tev li bidawîkirina tecrîdê bibin yan jî daxwaza pêkanîna serdanê bo girtîgeha Îmraliyê bikin.

Zêdekirina lidarxistina panel û çalakiyan ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan û şandina nameyan ji CPT`yê re da ku rêber Abdullah Ocalan serbest were berdan.

Xwe bigihînin rêxistinên hiqûqî û erebî da ku rê li pêşiya sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî rêber Abdullah Ocalan bê girtin.

(dm)

ANHA