Komxebata Şêwirê bi encamnameyekê bi dawî bû

Komxebata Şêwirê ya li Reqayê pişt nîqaşên berfireh ên du rojan, bi xwedîderketina li têgeha nenavendîbûnê wek pergaleke rêveberiyê û çareseriya aloziya Sûriyê û nenavendîbûn, roleke rasteqîn di geşepêdana welêt de dilîze û rê li pêşiya vegera zordestiyê digire, bi dawî bû.

Komxebata Şêwirê bi encamnameyekê bi dawî bû
3 îlon, 2022   14:48
 REQA

Duh Komxebata Şêwirê li Reqayê bi tevlêbûna 20 delegeyan, kesayetên nîştimanî, partî, hiqûqnas û rêxistinên civaka sivîl dest pê kiribû.

Îro nîqaşên komxebatê bi encamnameyekê bi dawî bû. Endama Komîteya Amadekar a Komxebatê Canda Mihemed encamname xwend.

Encamname wiha ye:

“Komeke nûnerên hêzên siyasî, civakî, kesayetên siyasî yên serbixwe yên sûrî li ser vexwendina Komîteya Amadekar a Kongreya Hêz û Kesayetên Nîştimanî yên Sûriyê tev li Komxebata Şêwirê bûn da ku pêwîstî û girîngiya dîtina çareseriya siyasî li Sûriyê û xwedîderketina li nasnameyeke niştimanî ya hemêzker û têgeha nenavendîbûnê, nîqaş bikin.

Li pêşiya karesatekê ku zêdetirî 10 salan dirêj kiriye, li pêşberî vê pêvajoya girîng a şoreşa Sûriyê ku hemwextî wê, geşedanên dramatîk li cîhanê li ser qadên navneteweyî û herêmî rû didin, divê sûrî însiyatîfê bikin, nêrîna xwe bikin yek û welatê xwe ji karesatê û trajediya mirovî ya heyî xilas bikin.

Beşdaran teqezî bi pêwîstî û girîngiya çarseriya siyasî li gorî biryarên NY, destnîşan kirin ku di her çareseriyeke siyasî ya bê de li Sûriyê pêwîste hêzên nîştimanî yên demokratîk ên Sûriyê kom bibin û xwedî li nêrîneke diyar û lihevkirî derkevin û diyaloga vekirî bê dûrxistin pêk bînin.

Li ser manşêt û girîngiya avakirina nasnameyeke nîştimanî ya hemêzker a sûrî hat lihevkirin. Ji ber ev yek pêwîstiyeke bilez e û gava yekemîn e ber bi pêkanîna aştiya civakî, pêkanîna armanc û rêgezên hevbeş ên nasnameyê, belavkirina vî fikrî û sepandina wî wek nirxekî fikrî û çandî yê şax daye. Rewakirina wê di destûr û qanûnan de li ser bingeha ku pêwîstiyeke sereke ya berdewamkirina yekitiya civakê û misogerkirina pêşerojê ye.

Teqezî bi girîngiya xîtaba siyasî û çapemenî hat kirin ku xwedî li têgeha nasnameya modern derdikeve wek banekî ku pirrengiya olî, bawerî û mezhebî ya Sûriyê hemêz dike û li ser bingeha wekheviya azad a welatîbûnê ava bûye (mafên ferd û koman).

Der barê nenavendîbûna li ser bingeha cografî de, bi giştî li ser xwedîderketina li vê têgehê wek pergaleke rêveberî û dergehê çareseriya Sûriyê hat lihevkirin. Her wiha hat diyarkirin ku nenavendîbûn, roleke rasteqîn di geşepêdana welêt û misogerkirina venegera zordestiyê de, dilîze.

Beşdaran li ser nirxandina erênî û neyîniyên modela Rêveberiya Xweser û pêkxistina wê li hev kirin, da ku bibe modelek di Sûriyeya pêşerojê de bi şêwazekê ku sûrî hemû li ser wê lihev dikin.

Li ser girîngiya berdewamkirina diyalog û nîqaşan bi hêz û kesayetên nîştimanî re bê dûrxistin, li ser parvekirina van nêrînan di komxebata şêwirî ya li Stokholmê de hat lihevkirin.

ANHA