`Nenavendîbûn çareseriya aloziya Sûriyê ye heke bi rêbazeke rast hat pêkanîn`

Rewşenbîr û çalakvanên sivîl di Komxebata Şêwirê ya Reqayê de teqezî bi nenavendîbûnê kirin ku di dema niha de pêwîstiyek e nexasim li gel nakokiyên navneteweyî ku dirêjkirina temenê aloziya Sûriyê armanc dikin.

`Nenavendîbûn çareseriya aloziya Sûriyê ye heke bi rêbazeke rast hat pêkanîn`
3 îlon, 2022   14:17
REQA

Piştî bidawîbûna şîrovekirina beşa nenavendîbûnê, beşdaran nêrînên xwe parve kirin.

/ar/uploads/files/2022/09/03/132635_mhmd-bwbw_1.webp

Rewşenbîrê ji Laziqiye Mihemed Bobo got: “Berjewendiyên yekîneyên îdarî yên şaredariyan, di berdewamkirina geşepêdana domdar, bikaranîna herî guncew a jêderan û sînordarkirina gendeliyê de dibe alîkar. Her wiha pêdiviyên herêmên paşguhkirî û dûrî eleqedariyê peyda dike.”

Bobo wiha domand: “Divê qayimmeqam, bê hilbijartin li şûna ku tê erkdarkirin. Divê şênî bi rêya yekîneyên îdarî qayimmeqamê herî guncew ku berjewendiyên wan pêk tîne, hilbijêrin. Hilbijertina qayimmeqam û endamên şaredariya nenavendî, divê siyasî, îdarî û malî be. Dema îdarî be tu sûda wê tune ye.”

Bobo di dawiyê de got: “Nenavendîbûn, îstiqrar, aştiya civakî, yekitiya niştîmanî diparêze ku em her tim banga wê dikin. Divê bi rêya lihevkirin û diyalogê bigihêjin biryaran ku dikevin xizmeta berjewendiyên gelê me beriya ku dewletên mudaxeleya Sûriyê kirine, biryara wê didin.”

/ar/uploads/files/2022/09/03/132615_mhmd-alhryry.webp

Çalakvanê sivîl ê ji Reqa Mihemed El Herîrî destnîşan kir ku encamên nenavendîbûnê, erênî ne û wiha berdewam kir: “Hindistan, di aliyê cografî de parçekirî ye, lê di aliyê irqî de yek e, encamên vê yekê jî baş bûn. Li Iraqê nenavendîbûn karesatên trajedîk bi xwe re anîn. Ger hevrikî nijadî yan jî olî be, dawiya wê şer e.”

El Herîrî hêvî kir ku nenavendîbûn, modela Hindistanê pêk bîne ne ya Iraqê û ev li gotinên xwe zêde kir: “Pêwîstiya vê yekê bi zanabûn û hişyariyê heye. Divê gel xwedî firkê nenavendîbûnê be. Divê ev mijar neyên paşguhkirin. Fikr, rewşa welêt diyar dike, çi navendî be yan jî ne navendî be.”

/ar/uploads/files/2022/09/03/132514_zyad-wtfh.webp

Endamê Nivîsgeha Siyasî ya Desteya Nîştimanî ya Tevgera Guhertin û Demokratiyê Ziyad Watfê got: “Divê belgeyek hebe hemû sûrî li ser lihev bikin. Wek encam, demokratîkbûna her dewletekê bi asta nenavendîbûna wê ve girêdayê ye.”

/ar/uploads/files/2022/09/03/132457_hmdan-alabd.webp

Cigîrê hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hemdan El Ebid jî got: “Aliyên erênî û neyînî yên nenavendîbûnê hene. Lawazkirin û sînordarkirina siyasetên dewletê yek ji neyîniyên wê ye ku biryarên planan ên herêman ên di navendê de hatine dayîn, derbas dike. Ji ber gelek biryarên navendî û nenavendî hene.”

Piştî bidawîbûna rûniştandina sêyemîn a komxebatê, beşdaran li dor masayeke glover rûniştin da ku nîqaşên xwe bikin biryar û di dawiya komxebatê de nêrînên xwe yên dawîn di encamnameyekê de ragihînin.

(dm)

ANHA