Şêniyên Holê piştgiriya xwe ji QSD`ê û Rêveberiya Xweser re nîşan da

Bi sedan şêniyên navçeya Holê ya kantona Hesekê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku jin û zarokan tên armanckirin, xwepêşandanek li dar xist.

Şêniyên Holê piştgiriya xwe ji QSD`ê û Rêveberiya Xweser re nîşan da
3 îlon, 2022   12:54
HESEKÊ

Bi armanca şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê ku jin û zarokan dike armanc, bi sedan şêniyên navçeya Holê ya kantona Hesekê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwepêşandanek li dar xist.

Ne tenê jin û mêr tev li xwepêşandanê bûn, lê belê zarokên dibistanên li navçeyê jî beşdar bûn. Xwepêşandêran pankartên bi nivîsên "Na ji guhartina demokrafîk re, na ji qetilkirina jinan, na ji qetilkirina sûriyan re, na ji qetilkirina zarokan re" û wêneyên zarokên di encama topbarankirina dewleta Tirk a dagirker ji herêmê re şehîd bûne, rakirin.

Xwepêşandan ji pêşiya navenda Gerînendetiya Perwerdê ya navçeyê dest pê kir û li têketina navçeyê ya aliyê bakur veguherî mîtingê. Li wir li dijî berdewamkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker bi navê şêniyên Holê xwendekar Deli Fadil Yasîn daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de kiryarên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gel û bi taybet sûcên di demên dawî de li dijî jinên têkoşer, jin bi giştî û jinên çalakgerên siyasî pêk hatin, hatin şermezarkirin. Di daxuyaniyê de hate zanîn ku ev sûc hemû pîvanên mirovahiyê, nirx û rêgezên parastina mafên civak bin pê dike.

Di daxuyaniyê de bang li dewletên garantor ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, civata navneteweyî û hêzên navneteweyî hate kirin ku bi erka xwe ya bidawîkirina sûcên dewleta Tirk a dagirker rabin û dawî li siyaseta qirkirinê ya Tirkiyê ku li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tine, bînin.

Di dawiya mîtingê de beşdaran piştgiriya xwe ji QSD`ê û Rêveberiya Xweser re anî ziman û sloganên "Bijî QSD`ê û Rêveberiya Xweser û na ji dagirkirina Tirkiyê ji xaka Sûriyê re" berz kirin.

(eh)

ANHA