Elî Rehmûn: Hêviya me lihevkirineke sûrî, ji bo lidarxistina kongreyeke giştî, çêbe

Endamê komîteya amadekar a Kongreya Hêz û Kesayetên Demokratîk Elî Rehmûn da zanîn ku armanc ji hevdîtinên Komîteya Şêwirê, lihevkirinek di navbera sûriyan de çêbe da ku xwe bigihînin lidarxistina Kongreya Giştî ya Hêz û Kesayetên Demokratîk.

Elî Rehmûn: Hêviya me lihevkirineke sûrî, ji bo lidarxistina kongreyeke giştî, çêbe
3 îlon, 2022   08:57
REQA

Komîteya amadekar a Kongreya Hêz û Kesayetên Demokratîk li Sûriyê xebatên xwe yên roja duyemîn û ya dawîn didomîne. Komxebata Şêwirê ya Reqayê bi beşdariya 50 delege, ji kesayetên nîştimanî, partiyên siyasî, hiqûqnas û rêxistinên civaka sivîl a Reqayê hate lidarxistin.

Li ser çalakiyên komxebatê, endamê Komîteya Amadekar a Kongreya Hêz û Kesayetên Demokratîk Elî Rehmûn ji ajansa me re got: "Komxebata Şêwirê ya Reqayê, piştî komxebata li Helebê, ya duyemîn li Sûriyê ye. Di komxebatê de gelek mijar hatin nîqaşkirin. Em hêz û kesayetên demokratîk hewl didin li ser wan mijaran, paralelî hevdîtinên li Stockholmê yên yekemîn, duyemîn û sêyemîn ên şêwirê ku bi sponseriya Navenda Olof Palme û Wezareta Karên Derve ya Swêdê û hin dewletên Ewropayê li dar ketine, li hev bikin."

Komxebata Stockholmê ya Şêwirê ya yekemîn 13-14´ê Kanûna 2021´ê li Stockholmê bi sponseriya Wezareta Karên Derve ya Swêdê û Navenda Olof Palme ya Aştî û Demokrasiyê li dar ket. Komxebata duyemîn jî 9-10´ê Nîsanê li dar ket.

Rehmûn wiha domand: "Em hêvî dikin ku lihevkirin di navbera sûriyan de çêbin da ku xwe bigihînin kongreyeke giştî. Bi wê re deste yan jî kombûneke siyasî ya sûrî ya hêzên nîştimanî ên demokratîk û kesayetên sûrî were avakirin. Em li ser hin têgih û nêrînan xebitîn; çareya siyasî ya Sûriyê û Sûriya pêşerojê, têgiha nasnameya nîştimanî, nenavendî û girîngiya nenavendîbûnê.”

Rehmûn da zanîn ku di hevdîtinên şêwirê yên li Stockholmê de li ser van têgihan li hev kirin û wiha pê de çû: "Niha jî em hewl didin lihevkirin di navbera hemû sûriyan de li ser van têgih û nêrînan çêbin, bi taybet hemû sûrî nikarin beşdarî hevdîtinên li derve bibin, bi wê re me ev hevdîtinên şêwirê veguhastin hundirê Sûriyê da ku nêrîn û pêşniyarên wan bigirin û bigihînin lihevkirinên dikarin me li hev kom bikin û kongreyeke giştî di destpêka sala bê de li dar bixin."

Rehmûn ev tişt got: "Dê hevdîtineke din a li Qamişloyê de û dê hemû kesayetên siyasî, nûnerên hêz û kesayetên nîştimanî werin vexwendin û dê tê de heman mijarên ji bo gihandina lihevkirinan werin nîqaşkirin."

Rehmûn wiha gotina xwe bi dawî kir: "Dê hevdîtineke din li Brukselê di dawiya vê mehê de hebe da ku ev têgih werin nîqaşkirin û xwe bigihînin lihevkirinan."

Komxebata Şêwirê ya Reqayê di roja yekemîn de bi xwendin û nirxandina 2 mijaran bi dawî bû; rewşên siyasî yên giştî û nasnameya nîştimanî ya giştî.

Bernameya komxebatê bi nîqaşên li ser mijara beşa sêyemîn a li ser nenavendîbûnê berdewam e. Her wiha hevdîtin û civînên şêwirê yên li Stockholmê hatin nîqaşkirin. Dê ev yek bibe bingeha geşkirina li Sûriyê û rê li pêş destpotiyê bigire.

(fr)

ANHA