MÎT´ê 3 hunermendên efrînî li Stenbolê revandin

MÎT´a Tirk 3 hunermendên efrînî ku li Stenbolê ne, revandin.

MÎT´ê 3 hunermendên efrînî li Stenbolê revandin
3 îlon, 2022   06:45
ŞEHBA

Çavkaniyên herêmî, da zanîn ku MÎT´a Tirk 3 hunermendên Kurd ên ji Efrînê li  Stenbolê revandin.

Çavkaniyan diyar kirin ku her sê hunermend  bi hinceta ku beriya dagirkirina kantona Efrînê, di Tevgera Çand û Hunerê de dixebitîn, hatin revandin.

Li gorî çavkaniyan navên revaniyan ev in; Şêro Agirî, Ferhad Murad û Rakan Mistefa. MÎT´a Tirk ji bo serbestdana her yekî 6 hezar dolar xwestine.

(fr)

ANHA