Pêngava Mirovî û Ewlehiyê ket roja xwe ya 10'an

Qonaxa duyemîn a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê di roja xwe ya 10`an li beşa 5`an ê welatiyên sûrî didome.

Pêngava Mirovî û Ewlehiyê ket roja xwe ya 10'an
Pêngava Mirovî û Ewlehiyê ket roja xwe ya 10'an
Pêngava Mirovî û Ewlehiyê ket roja xwe ya 10'an
Pêngava Mirovî û Ewlehiyê ket roja xwe ya 10'an
Pêngava Mirovî û Ewlehiyê ket roja xwe ya 10'an
Pêngava Mirovî û Ewlehiyê ket roja xwe ya 10'an
Pêngava Mirovî û Ewlehiyê ket roja xwe ya 10'an
3 îlon, 2022   06:17
HESEKÊ

Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi piştgiriya QSD, YPJ`ê di 25'ê Tebaxê de qonaxa duyemîn a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê li Kampa Holê ragihand. Duh hêzên di pêngavê de cih digrin beşa 4`an a welatiyên sûrî bi temamî kontrol kir û îro jî derbasî beşa 5`an a welatiyên sûrî. Pêngav berbanga sibehê saet di 05.00`an de destpê kir û heya niha bi baldarî didome.

Di destpêkê bang li welatiyan hate kirin ku ji konên xwe dernekevin û paşê xebatên lêgerînê hatin kirin. Piştî wê jî bi awayekî ewle welatî ji bo wergirtina sicîlan hatin kom kirin. Bi taybet di vê beşî de gelek bûyerên kuştinê pêk tên. Ji ber wê jî hêzên di pêngavê de gelekî bidîqet tevdigerin.

Heya niha di encama pêngava îro de tunelek hat dîtin, gelek telefon kaplo ku di nav kampê de qedexekirîne hatin desteserkirin. Çend kesên gumanbar jî ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve hatin binçav kirin.

Pêngav di roja xwe ya 10`emîn de heya van kêliyan didome.

ANHA