​​​​​​​Şêniyên Hesekê û rûspiyên eşîra El Lehîb piştgirî da Pêngava Mirovî û Ewlehiyê

Şêniyên taxa Xiwêran a Hesekê û rûspiyekî eşîra El Lehîb piştgiriya xwe ji Pêngava Mirovî û Ewlehiyê re anî ziman û got "Bidawîkirina xetereya DAIŞ`ê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tenê bi avakirina dadgehên navneteweyî yan vegerandina wan ji welatên wan re pêkan e."

​​​​​​​Şêniyên Hesekê û rûspiyên eşîra El Lehîb piştgirî da Pêngava Mirovî û Ewlehiyê
3 îlon, 2022   03:18
HESEKÊ

Piştî ku çeteyên DAIŞ`ê di 2019`an de li bajarokê Baxozê hatin têkbirin û herêm hate rizgarkirin, roj bi roj xetereya çeteyên DAIŞ`ê yên li kampa Holê û di girtîgehên QSD`ê de, zêde dibe.

Ji ber xemsariya civaka navneteweyî hîna jî çeteyên DAIŞ`ê nehatine darizandin ku ev yek xeteraya wan li ser herêmê û cîhanê zêdetir dike, nexasim piştî 20`ê Çileyê êrişî girtîgeha Sînaa ya taxa Xiwêran a Hesekê kirin ku derdora 5 hezar DAIŞ`î lê dihatin girtin.

Rojane bûyerên kuştinê li kampa Holê zêde dibin, jinên DAIŞ`î perwerdeyên fikrên tundraw vedikin û jin û zarokan Ii ser rêbazên kuştinê perwerde dikin, her wiha bi zarokan re dizewicin, ji lew re xetereya kampa Holê zêdetir bû.

Şêniyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rola QSD`ê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn û YPJ/YPG`ê di pêşîgirtina tevgera şaneyên DAIŞ`ê de silav kir û piştgirî da Pêngava Mirovî û Ewlehiyê ku vê dawiyê li kampê pêk tê.

Welatiya bi navê Intîsar El Enaz a ji taxa Xiwêran anî ziman ku hebûna çeteyên DAIŞ`ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê xetereyê li ser aştî û ewlehiya welatiyan çêdike û wiha dewam kir: "Hebûna DAIŞ`ê li Xiwêranê bêyî darizandin, xetereyeke mezin li ser şêniyên taxê û herêmê çêdike."

Intîsar diyar kir ku ji dema çeteyên DAIŞ`ê êrişî girtîgeha Sînaa kir, gelek ji wan xwe di nav welatiyan de veşart û şênî wekî mertalên zindî bi kar anîn.

Çeteyên DAIŞ`ê ji bo revandina çeteyên li girtîgeha Sînaa êrişeke mezin biribû ser girtîgeha Sînaa ya li Hesekê, di encamê de 121 kesên ku piraniya wan şervanên QSD`ê bûn şehîd bûn.

Intîsar Pêngava Mirovî û Ewlehiyê ya li Kampa Holê silav kir û got: "Ev pêngav xwedî bandoreke erênî ye, ji ber ku şaneyên veşartî yên li kampê eşkere dike.”

Hêzên Ewlekariya Hundirîn heta di 7 rojan de 125 çeteyên şaneyên veşartî yên DAIŞ`ê û gumanbar girtin. Her wiha 10 cihên veşartî yên ku şaneyên DAIŞ`ê xwe lê vedişart, dîtin û 116 konên jinên DAIŞ`ê tê de zarok li ser fikrên tundraw perwerde dikirin, rakirin.

Kampa Holê ji 9 beşên sereke pêk tê û zêdetirî 54 hezar û 390 sûrî û iraqî lê hene, her wiha 8 hezar û 91 kesên ji malbatên çeteyên DAIŞ`ê yên biyanî lê dimînin.

Intîsar got êriş û gefên dagirkeriya Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê rê li pêşiya liv û tevgera DAIŞ’ê vekir û bang li hêzên navneteweyî kir ku bi erka xwe rabin û bi armanca çareserkirina dosyaya DAIŞ`ê, li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dadgeheke navneteweyî ava bikin.

Welatiya bi navê Betûl El Xelef jî ku ji ber êrişa DAIŞ`ê ya li dijî girtîgeha Sînaa koçber bûye, got: "Hevkariya pêkhateyên herêmê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn û QSD`ê planên DAIŞ’ê yên kontrolkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk birin. Tevî ku DAIŞ`ê tirs û xof xist dilê şêniyên, lê dîsa jî şênî teslîm nebûn û bi hêzên leşkerî re bûn alîkar."

Rûspiyê eşîra El Lehîb a Ereban a li Hesekê Ehmed Hisên jî piştgiriya xwe ji qonaxa duyemîn a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê re nîşan da û got: "Em pêkhate ji mezin heta biçûkan piştgiriyê didin pêngavê, ji ber ku pêngaveke mirovî ye û mirovahî ne li gorî terorê ye."

Ehmed Hisên wiha axaftina xwe dewam kir: "Kampa Holê pir xeternak e, ji ber ku terorîsteke cîhanî lê heye û ji her kesî re hate xuyakirin ku li cîhanê de xetertirîn kamp e. Xeteriya wê ji bombeyeke li ber teqînê jî xirabtir e nexasim li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Ev xetere bi pêngavan nayê bi dawî kirin, ji ber ku dosya DAIŞ çareser nake ji wê zêdetir divê tedbîrên liv û tevgera şaneyan sînordar bike werin girtin."

Hisên bang li hêzên navneteweyî kir ku bi çavdêriya Rêveberiya Xweser dadgeheke navneteweyî ava bike ku DAIŞ darizînin û xetereya wan a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dawî bike, her wiha dosya welatiyên tev li DAIŞ bûne di berçavan re derbas bike yan wan vegerînin welatên wan an jî ji nav komên çeteyan derxin. Hisên anî ziman ku xetereya DAIŞ’ê bi avakirina dadgeke navneteweyî yan jî bi vegera li welatên bi dawî dibe.

Hisên bal kişand ser aliyên navneteweyî ku li ser hesabên ewlehî û aştiya herêmê berjewendiyên xwe pêk tînin û li Bakur û Rojhilatê Sûriyê tevlihevkiyê derdixin û wiha dewam kir: "Erdogan ji bo berjewendiyên xwe roj bi roj li herêmê tevliheviyê derdixe."

Rûspiyê eşîra El Lehîb Ehmed Hisên li dijî gef û êrişên dewleta Tirk a dagirker soza berxwedanê da û çawa şerê DAIŞ kirin û wan li ser xaka xwe têk birin ew ê Tirkiyê jî ji xaka Sûriyê derxin.

(eh)

ANHA