ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 03-09-2022

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 03-09-2022
2 îlon, 2022   23:00

-Çalakiya konvendanê ya bi diruşmeya "Kanî dadmendiya we?" di roja xwe ya 23'an li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî ya li bajarê Qamişlo dewam dike, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Penaberên Iraqê yên li Kampa Roj a li Dêrikê bi daxuyaniyekê bang li hikumeta Iraqê dikin ku daxwaza wan a ji bo vegerê bibersivîne, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Komeleya Çanda Suryan, Mîhrîcana Mordotho ya duyemîn li bajarê Hesekê li dar dixe, saet 18:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên navçeya Holê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê û bêdengiya navneteweyî meşekê li dar dixin, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Endama Nivîsgeha Têkiliyên PDY`ê şaxê Helebê Ayşe Hiso anî ziman ku armanca dewleta Tirk a dagirker ji lihevkirina bi hikumeta Şamê re, dagirkerî û pêkanîna projeya Mîsaqî Millî ye. Ayşe da zanîn ku yekane rêbazê çareserkirina aloziya Sûriyê, projeya Rêveberiya Xweser e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Niştecihên Kampa Holê Pêngava Mirovî û Ewlehiyê silav kir û gotin, bi zêdebûna êriş û gefên dewleta Tirk a dagirker re rewşa kampa xirab bû û  diyar kirin ku destê Tirkiyê di bûyerên ku li kampê rû didin de heye. Niştecihên kampê hêvî kirin ku hêzên ewlekariyê di zûtirîn dem de kampê ji şaneyên DAIŞ'ê paqij bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Dayikên şehîdan, şêwazê radestkirina cenazeyê şehîd Hakan Arslan ( Welat Çiya ) ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve ji bavê wî re şermezar kir û gotin ku ew êşa dayika şehîd Welat hîs dikin û pê re dijî. Dayikan her wiha bêdengiya civata navneteweyî weke alîkariyekî ji bo dewleta Tirk a dagirker bi nav kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên taxa Xiwêran a Hesekê û rûspiyekî eşîra El Lehîb piştgiriya xwe ji Pêngava Mirovî û Ewlehiyê re anî ziman û got "Bidawîkirina xetereya DAIŞ`ê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tenê bi avakirina dadgehên navneteweyî yan vegerandina wan ji welatên wan re pêkan e." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Malbatên şehîdan ên Reqayê destnîşan kirin ku bi hevgirtina pêkhateyan û xweparastinê dê dagirkeriya Tirk têk biçe û gotin: “Herêmên me bi saya hevgirtina me û fedakariya şehîdên me ji çeteyên DAIŞ’ê hatin rizgarkirin û em ê heta têkbirina dagirkeriya Tirk hê şehîdan bidin.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Hevseroka PYD`ê şaxê Herêma Firatê Nesra Derwêş got Başûrê Kurdistanê bûye qadeke tesfiyekirina şoreşgerên Kurd bi destên ajanên dewleta Tirk a dagirker û tekez kir ku êdî aqil vê ranake ku ajan bi roj derdikevin û şoreşgeran hedef digirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANALÎZ

- Welatparêziya Kurdan ku di destpêka sedsalê de nekarî derkeve holê, geşbûna xwe ya dawîn bi PKK’ê re kir û ew geşbûn jî bê hempa bû. Welatparêziya Kurd bi PKK'ê re kete rêgeha xwe û dûre jî her ku çû, bû çemekî boştir.

ANHA