​​​​​​​Roja yekemîn a komxebata şêwirî ya li Reqayê bi dawî bû

Beriya çend kêliyan roja yekemîn a komxebata şêwirî ya li Reqayê bi xwendina bernameya komxebatê û nîqaşkirina wê bi dawî bû.

​​​​​​​Roja yekemîn a komxebata şêwirî ya li Reqayê bi dawî bû
​​​​​​​Roja yekemîn a komxebata şêwirî ya li Reqayê bi dawî bû
​​​​​​​Roja yekemîn a komxebata şêwirî ya li Reqayê bi dawî bû
​​​​​​​Roja yekemîn a komxebata şêwirî ya li Reqayê bi dawî bû
​​​​​​​Roja yekemîn a komxebata şêwirî ya li Reqayê bi dawî bû
​​​​​​​Roja yekemîn a komxebata şêwirî ya li Reqayê bi dawî bû
2 îlon, 2022   15:53
REQA

Komxebata şêwirî ya li Reqayê vê sibehê bi beşdarbûna 50 kesayetên nîştimanî, nûnerên partiyên siyasî, hiqûqnas û rêxistinên civaka sivîl dest pê kir.

Di komxebatê de Seroka Desteya Rêvber a MSD'ê û endama Komîteya Amadekar a Kongreya Hêz û Kesayetên Demorkatîk Îlham Ehmed mijara yekekemîn a komxebatê ya girêdayî nirxandinên geşedanên siyasî û çareseriya siyasî şîrove kir.

Piştre endama Komîteya Amadekar a Kongreya Hêz û Kesayetên Demorkatîk Elî Rehmûn jî mijara duyemîn a li ser nasnameya nîştimanî xwend.

Beşdaran jî li ser mijarê nêrînên xwe parve kirin.

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Gabrîêl Şamûn: Divê mafên rewa yên her pêkhateyekê di destûrê de werin misogerkirin. Divê taybetmendiyên her pêkhateyek sûrî were parastin, ev yek dê pevguhstina çandên pêkhateyan xurt bike.

Berdevkê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Luqman Ehmê: Nasname di sicilê medenî de li gorî taybetmediyên her kesekî tê qeydkirin. Em çawa dikarin vî welatî bi ne taybetmendiyên wê wesif bikin. Divê nasnameya nîştimanî ji bo tevahî sûriyan gistî be.

Endamê MSD'ê Hesen Mihemed Elî: Divê em bighêjin encamekê û rewşekê ji nasnameya sûrî re deynin. Yek cil li mûzaîka Sûriyê nayê e. Divê tevahî li gorî mafên her ferd, civak û pêkhateyekê cil lê bikin. Civaka pirrengî xwezayeke zindî ye. Nabe em yek cilî lê bikin. Gelê Ereb nabe ku hemû edalet û çandan bihewîne, ne tenê Kurd di nasnameyê de mezlûm in. Nasnameya heyî tevahî sûriyan naparêze. Ev tiştî li Dêrazor, Laziqiyê û bajarên din heye û li dijî pêkhateyên Sûriyê wekî Êzidî û Suryan zulma nasnameyê tê kirin.

Çalakvana sivîl a ji Laziqiyê Yasmîn Eyniyê: Divê xîtaba nefretê bê redkirin, bawerî û hevduqebûlkirin werin xurtkirin. Divê têkilî li ser esasê hemwelatîbûyîna wekhev were avakirin. Divê destek ji ciwanan re bê dayîn û rê li ber koçberiyê were girtin. Her wiha divê doza nasnameya sûrî wekî dozeke giştî esas were girtin  ku yek ji alavên çareserkirina aloziya Sûriyê ye.

Bernameya roja yekemîn a komxebatê bi dawî bû û dê sibe dewam bike.

ANHA