Dîmen û wêneyên roja 9`an a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê

Qonaxa duyemîn a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê di roja xwe ya 9`an de bi girtina gelek motorsîklet, tunel, telefon, tablet û kabloyan ku ji bo teqemeniyan bikardianîn, bi dawî bû.

2 îlon, 2022   16:00
HESEKÊ

25'ê Tebaxa borî Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi piştgiriya QSD, YPJ qonaxa duyemîn a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê li Kampa Holê ragihand. Pêngav di roja xwe 9`an de li beşa 4`an berdewam kir. Beşa 4`an ku penaberên sûrî lê dimînin bi temamî hate kontrolkirin.

Di encama lêgerîna îro de hêzên pêngavê gelek konên vala, motorsîklet, telefon-tablet ku di bin erdê de hatibûn veşartin, hatin desteser kirin. Gelek kablo ku di nav kampê de ku hebûna wan qedexe ye hatin dîtin. Şaneyên veşartî van kabloyan wekî alavên teqemeniyê bikar dianîn. Her wiha zeyta paqijkirina çekan hate dîtin û xwediye van konan hatin binçavkirin.

Heman demê gelek kesên gumanbar û çete hatin girtin û di encama baldariya hêzên pêngavê tunelên hatin, hatin bêbandorkirin. Xaniyên kelpîç ku di nav konan bi awayekî veşartî hatibûn avakirin ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve hatin xirabkirin.

Sibe wê pêngav berdewam bike.

ANHA