Bi operasyoneke taybet 8 çete hatin girtin

Duh di çarçoveya qonaxa duyemîn a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê de hêzên pêngavê bi operasyoneke taybet 8 çete girtin.

Bi operasyoneke taybet 8 çete hatin girtin
2 îlon, 2022   05:59
HESEKÊ

Pêngava Mirovî û Ewlehiyê bi hemû baldarî û girtina çeteyan didome. Di nav pêngavê de operasyonên taybet yên nuqteyan tên çêkirin.

Nûçegîhana me ya ku kêlî bi kêlî pêngavê dişopînê duh tev li operasyoneke taybet bû. Operasyon li beşa 1 û 3´yan de ya pênaberên îraqî û sûrî de pêk hat. Di encama operasyonê de 8 çete hatin girtin. Niha Hêzên Ewlekariya Hundirîn dest bi lêpirsînê kir.

ANHA