Dayîkên aştiyê yên Tebqa: Ji bo rûniştandina aştiyê divê em bibin yek û tê bikoşin

Bi boneya Roja Cîhanê ya Aştiyê dayîkên aştiyê yên Tebqayê bi daxuyaniyekê bang li hemû jinan kirin ku bibin yek, dengê xwe li hember zordestan bilind bikin û tê bikoşin da ku rêgezên aştiya mirovî û jiyana hevbeş bisepînin.

Dayîkên aştiyê yên Tebqa: Ji bo rûniştandina aştiyê divê em bibin yek û tê bikoşin
1 îlon, 2022   15:54
TEBQA

Endama Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbya ya Tebqayê Huda El Elî daxuyanî li pêşiya Navenda Çand û Hunerê ya Tebqayê xwend.

 Daxuyanî wiha ye: “Di rojeke wiha de, em hewl didin aştiyê li herêmê belav bikin. Lê dagirker hewl bidin vê aştiyê ji me bibin û armancên xwe yên mêtinger li ser hesabê me pêk bînin.  

Li ser vê axê ji bo pêkanîna aştiyê, xwîna bi hezaran zarokan me rijiya. Lê dagirkeriya Tirk û yên ku piştevaniya sûcên wê dikin, bi hemû hêzên xwe hewl didin me qir bikin û projeya me tune bikin ku bi saya felsefeya rêber Abdullah Ocalan û fikrê wî yê azad me pêk hat.

Me rojekê êrişî kesekî nekir û em zulm qebûl nakin. Lê me rêya berxwedanê li hember êrişkeran pejirand da ku axa xwe biparêzin.

Ev roj tê pîrozkirin, lê guhertinên xetere û girêk li herêmên me rû didin. Jê xuya dibin ku wê tundiyek ji berê hovantir pêk were û dê xwîn birije û tevna civakî parçe bibe. Ji ber wê divê hêzên nîştimanî û çalak li herêmê bibin yek, aştî û ewlehiyê li welatê me pêk bînin û nehêlin dijmin yekitiya me têk bibe.

Em bang li hemû dayîkên aştiyê û jinan dikin ku dengê xwe bilind bikin da ku aştî pêk were. Divê gel dengê xwe li hember zordestan bilind bikin da ku rêgezên aştiya mirovî û jiyana hevbeş bisepînin. Zimanê diyalogê li şûna yê şer û kuştinê bi kar bînin.

Em soz dikin ku layîqî şehadeta zarokên xwe bin, destkeftiyên wan biparêzin, ala azadiyê bilind rakin, heta serkeftinê û rizgarkirina hemû herêmên dagirkirî, pêkanîna aştî û ewlehiyê, tê bikoşin.”

(dm)

ANHA