Gelo sibê dê çi di Komxebata Şêwirê de were nîqaşkirin?

Endamê Komîteya Amedekar a Kongreya Hêzên Nîştimanî ya Sûriyê Elî Rehmûn diyar kir ku Komxebata Şêwirê ya Reqa dê du rojan dewam bike û di 3 rûniştinan de dê rewşa siyasî ya giştî were nîqaşkirin. Her wiha dê îşaret bi girîngiya nenavendîbûnê û nasnameya nîştimanî were kirin ku ji bo çareseriya siyasî ya sûrî û misogerkirina demokratiyê ya ku hemû sûrî banga wê dikin, bibe bingeh.

Gelo sibê dê çi di Komxebata Şêwirê de were nîqaşkirin?
1 îlon, 2022   15:38
REQA  

Sibe dê li Reqayê Komxebata Şêwirê li dar keve û kesayetên nîştimanî, partiyên siyasî, hiquqnas û rêxistinên civaka sivîl ên Reqa dê tev li bibin da ku li ser aloziya Sûriyê bigihêjin lihevkirineke siyasî.

Têkildarî mijarê ajansa me hevpeyvîn bi endamê Komîteya Amadekar a Kongreya Hêz û Kesayetên Demokratîk ên Sûriyê Elî Rehmûn re çêkir.

Rehmûn wiha axivî: "Komîteya Amadekar ne ji îro ve ye, lê di encama gelek hevdîtin û diyalogên MSD`ê yên yekemîn, duyemîn û sêyemîn e. Piştre em derbasî Ewropayê bûn. Me 6 werşreyên kar li dar xist. Tê de bi komek kesayet û nûnerên hêz û partiyên muxalif ên Sûriyê re çêkir.  Komîteya Amadekar ji bo belgekirina civînan, xwegihandina hêz, kesayetên nîştimanî û demokratîk re hate avakirin."

Elî Rehmûn da zanîn ku piştî lidarxistina sê komxebatên şêwirê li Stockholm bi çavdêriya Navenda Ulf Palme û Wezareta Derve ya Swêdê û beşdariya nûnerên dewletên Ewropayê û Koalîsyona Navneteweyî ya li Sûriyê, dê ev komxebat li dar keve.

Rehmûn wiha axaftina xwe dewam kir: "Di van komxebatên şêwirên de me li nêrînên kesayet û nûnerên hêzên li hundirê Sûriyê guhdarî kir û niha jî komeke têgeh û lihevkirinên siyasî têne nîqaşkirin ku ev kongre li dar keve."

Der barê wextê komxebatê de Rehmûn ev agahî parve kirin: Komxebat dê di 2 û 3`yê Îlonê li dar keve. Dê tê de 3 rûniştin pêk werin. Ya yekê têkildarî geşedanên siyasî piştî şerê Rûsya li Ukraynayê, gefên dewleta Tirk li dijî herêmê, hewldana Tirkiyê ku têkiliyan bi Şamê re baş bike, li gel tunebûna asoyên çareseriya siyasî, çareserî çi ye?

'LI SÛRIYÊ TU ALTERNETÎFA ÇARESERIYA SIYASÎ TUNE YE'

Elî Rehmûn diyar kir ku li Sûriyê tu alternetîfên çareseriya siyasî û beşdariya hemû aliyan tune ye, nexasim ên nêrînên wan cuda ne da ku bigihêjin lihevkirinekê û pê re jî Sûriye pêşerojê were avakirin.

Rehmûn destnîşan kir ku ew ê di rûniştina duyemîn de jî behsa têgeha nasnameya nîştimanî ya Sûriyê bikin.

Di rûniştina sêyemîn de jî Elî Rehmûn got ew ê têkildarî nenavendîbûnê be.

Elî Rehmûn wiha axaftina xwe dewam kir: "Di her sê şêwirên li Stockholmê li ser van têgehan, her wiha li ser girîngiya peymana civakî, nenavendîbûn û nasnameya nîştimanî lihevkirin çêbû. Dê ev mijar werin nîqaşkirin û li nêrînên alî, nûnerên hêzên dijber, kesayetên welatparêz û nîştimanî, hiquqnas û nûnerên civaka sivîl, siyasetmedar û kesayetên serbixwe were guhdarkirin."

Rehmûn da zanîn ku komîteya amadekar nêrîna gelek kesên bi kar û barên Sûriyê û nûnertiya hêzên siyasî nexasim ên di bin kontrola rejîmê de dijîn, girt ji ber ku rejîm rê nade wan ku tev li dozeke wiha bibin.

Rehmûn di dawiyê de got, demokratiya li herêmên Rêveberiya Xweser maf dide her kesî ku nêrîna xwe di çarçoveya vê têgehê de bidin û ev jî bi armanca lihevkirinekê ye û pê re jî Sûriyeyeke nenavendî-demokratîk were avakirin.

(eh)

ANHA