Rêxistina Mafên Mirovan û saziyên civaka sivîl banga bidawîkirina dagirkerî û ambargoyê kirin

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriye û saziyên civaka sivîl ên Şehbayê bang li rêxistinên cîhanî kir ku erkên xwe yên exlaqî û mirovî li hemberî koçberên Efrînê bi cih bînin ku ji ber êrişên domdar ên dewleta Tirk a dagirker û ambargoya hikumeta Şamê azaran dikişînin.

Rêxistina Mafên Mirovan û saziyên civaka sivîl banga bidawîkirina dagirkerî û ambargoyê kirin
1 îlon, 2022   12:06
ŞEHBA

Bi boneya Roja Aştiyê ya Cîhanê, Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriye û saziyên civaka sivîl ên Şehbayê daxuyaniyek hevpar da û banga bidawîkirina binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker ên li ser şênî û xwezaya Efrînê kir.

Daxuyanî bi beşdarbûna endamên rêxistin û saziyên civaka sivîl li Kampa Serdemê ya navçeya Ehdasê ya kantona Şehbayê hate xwendin.

Endama Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriye Leyla Mehmûd daxuyanî xwend.

Di destpêka daxuyaniyê de bal hat kişandin ser ragihandina Roja Aştiyê ya Cîhanê û hate gotin: "Ji ber girîngiya aştiyê li Cîhanê, Neteweyên Yekbûyî di sala 1981'an de bi biryara 6726'an, 1'ê Îlonê wekî roja aştiyê ya navneteweyî ragihand da ku nirxên bilind ê aştiyê di navbera netewe û gelan de xurt bike û tevahî mafên mirovan were misogerkirin."

Di dewama daxuyaniyê de bal hat kişandin ser rewşa Sûriyê û wiha hat gotin: "Em sûrî me bi çavê xwe bandora qirêjiya hewayî ya ji bi çekên ku di şer de tên bikaranîn, dibînin. Ji zêdetirî 8 salan ve çek tên bikaranîn, di encamê de mirov hatin qetilkirin, jîngeh û binsazî hatin wêrankirin û hewa qirêj bû. Tevahî cûre çek, heta yên kîmyewî yên qedexekirî, gelek caran li herêmê hatin bikaranîn. Dar hatin birîn û zevî hatin şewitanin. Mînaka li herêma Efrînê, ji bingehê 33 hezar hêktar, zêdetirî 12 hezar hêktar zeviyên çandiniyê hatin şewitandin, zêdetirî 400 hezar dar ji aliyê dagirkeriya Tirk û çekdarên girêdayî wê ve hatin birîn."

Di daxuyaniyê de bang li tevahî hêzên cîhanî û tevahî rêxistinên mirovî hate kirin "Destekê bidin me da ku daxwaza xwe ya pêkanîna aştiyeke adilane, dûrî şer, tundiya olî, etnîkî, îdeolojî û neteweyî bi cih bînin. Em destekê bidin diyalog û serdestiya qanûn û edaleta civakî. Em dibêjin, destekê bidin me da ku aştiyê pêk bînin û kiryarên dijminane rawestînin û rûmet û jiyana xwe biparêzin. Destekê bidin me da ku gef û destwerdanên derve yên herêmî û navneteweyî yên dibin sedema wêranî û bê ewlehiyê, rawestin."

Di daxuyaniyê de her wiha bal hat kişandin ser rewşa koçberên Efrînê û azarên ku di hemû aliyan de dikişînin û hate gotin: "Erka civaka navneteweyî e koçberan biparêzin ku beşê herî lawaz di cîhanê de ye. Em vê yekê li kampên koçberên efrînî û hermên koçberiya wan nabînin, aliyên têkildar heger dewlet bin an jî rêxistinên girêdayî Neteweyên Yekbûyî bin, tiştekî nakin."

Di dawiya daxuyaniyê de bang li rêxistinên navneteweyî yên têkildarî jin û zarokan, komîteya Xaça Sor a Navneteweyî, Komseriya Kar û Barên Penaberaên a NY, rêxistinên mafên mirovan hate kirin ku erkên xwe yên mirovî û exlaqî, beriya  erkê qanûnî bi cih bînin, desteka pêwîst bidin, rewşa kampan û koçberan baş bikin, li dawazên wan guhdar bikin da ku jiyaneke layîq bijîn, dagirkeriya Tirk bi dawî bikin û garantiya vegera koçberan li warê xwe bidin.

ANHA