Hêzên Ewlekariya Hundirîn: Li Kampa Holê hejmareke motorsklêt hatin dîtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn îro di operasyonên paqijkirin û lêgerînê yên li beşa 4`an ê Kampa Holê hejmareke motorsklêtên girêdayî şaneyên DAIŞ`ê dîtin, ku motorsklêt di nava kampê de qedexe ne.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn: Li Kampa Holê hejmareke motorsklêt hatin dîtin
1 îlon, 2022   11:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro daxuyaniyek nivîskî da raya giştî. Tê de tekez kir ku li beşa 4`an hejmareke motorsklêtên girêdayî şaneyên DAIŞ`ê dîtine.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Hêzên me di operasyonên paqijkirin û lêgerînê de li Kampa Holê, di roja 8`an a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê de hejmareke motorsklêt dîtin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku hewandin û bikaranîna motorsklêtan li nava Kampa Holê qedexe ye."

(cx)