Di Roja Aştiyê ya Cîhanê de banga bidawîkirina şerê li herêmê hate kirin

Bi boneya Roja Aştiyê ya Cîhanê, PYD, Partiya Komunîst a Şoreşgerî û TEV-DEM banga bidawîkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser gelê Sûriyê kir.

Di Roja Aştiyê ya Cîhanê de banga bidawîkirina şerê li herêmê hate kirin
1 îlon, 2022   11:28
QAMIŞLO

Bi boneya Roja Cîhanê ya Aştiyê Tevgera Komunîst a Şoreşger, Partiya Yekitiya Demokrat (PYD) û Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) daxuyaniyeke hevbeş li pêşiya Navenda Komseriya Kar û Barên Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li Qamişlo da.

Daxuyanî bi beşdarbûna b dehan şêniyan ji aliyê endamê Koordînasyona TEV-DEM'ê Ayid Îbrahîm ve hat xwendin

Di daxuyaniyê de îşaret bi rola gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya bi armanca misogerkirina aştî û ewlehiya li herêmê hate kirin û hate gotin, tevî aloziya Sûriyê 11 sal li pey xwe hiştin, lê dîsa jî krîza wê dewam dike.

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser rol û kar û xebata hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û berxwedana QSD`ê ya pêkanîna aştî û ewlehî li herêmê û ev hate diyarkirin: "Me rêxistinên terorîst têk birin û li herêmê aştî û îstiqrar pêk anî, her wiha me Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ava kir ku nûnertiya hemû gelê herêmê dike. Me aştî û modela demokratîk bi cih anîn ku li ser bingeha fikirê neteweya demokratîk û biratiya gelan a rêber Abdullah Ocalan banga wê dike."

Di dawiya daxuyaniyê de banga pêkanîna ewlehî, aştî û jiyana hevbeş li herêmê hate kirin. Her wiha bang bidawîkirina şeran, rêzgirtina li hemberî rêgezên mafên mirovan, belavkirina çanda aştî, hezkirin û avakirina civakek demokratîk hate kirin.

(eh)

ANHA