​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 1-9-2022`YAN

​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 1-9-2022`YAN
31 tebax, 2022   23:00

Çalakiya konvedanê ya HPC-Jin bi koordîneya Kongra Star bi dirûşma Kanî dadmendiya we? li dar xistiye di roja 21`an de didome saet di 10:00`an de.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Endam û rêveberên partiyên siyasî diyar kir in ku lihevhatina Şam û Enqereyê li ser hesabê sûriyan e û gotin armanca her du aliyan têkbirina projeya demokratîk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên Kobanê bang li hikumeta Başûrê Kurdistanê ya bi serweriya PDK’ê kir ku nasnameya kujerên kesayetên welatparêz ên li Başûrê Kurdistanê hatine şehîdxistin, eşkere bike û wan ceza bike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Jinên ku beşdarî çalakiya konvedanê ya li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî bûne, bêdengiya civaka navneteweyê ya li hemberî qetilkirina 4 zarokan li navenda perwerdeyê ya li Hesekê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve şermezar kir û got: "Heta ku bersiva banga me neyê, wê çalakiya me bi dawî nebe." (BI WÊNE Û DÎMEN)

Malbatên şehîdan û şêniyên herêma Firatê bang li gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku li dijî dagirekran li gorî şerê gel ê şoreşgerî tevbigerin û got: "Dewletên ku îdia dikin ku bi me re ne, di hedefkirina zarokên me de bi dewleta Tir a faşîst re hevkar in." (BI WÊNE Û DÎMEN)

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Efrînê bang li gelê Başûrê Kurdistanê kir ku li dijî PDK`ê derkevin ji ber ku destûr daye dagirkeriya Tirk ku Başûr veguherîne qada şehîdxistina pêşengên kurdan, her wiha bi armanca çemberkirina gerîlayan rêyan ji artêşa Tirk re vedike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Fermandarekî leşkerî destnîşan kir ku li gor agahî û belgeyên li cem wan, çeteyên DAIŞ’ê xwestin di dema êrişa li ser girtîgeha Sînaa de bi desteka dagirekriya Tirk Kampa Holê kontrol bikin, her wiha diyar kir ku êrişên dagirkeriya Tirk bûn sedema paşxistina “Pêngava Mirovî û Ewlehiyê” ku beriya 6 mehan ve plana wê hatibû kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Sekretêrê Partiya Çep a Kurd li Sûriyê Mihemed Mûsa bang li civata navneteweyî kir ku di tunekirina çeteyên DAIŞ'ê yên ku rasterast destekê ji dewleta Tirk digirin de, alîkariya QSD'ê bikin û welatiyên xwe yên di nava DAIŞ'ê de werbigirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Çeteyên dagirkeriya Tirk ji 20´ê Tebaxê ve bi bihaneyên bêbingeh ji navçeyên kantona Efrînê ya dagirkirî 32 welatî revandin, ku di nav de jin û kesên temenmezin hebûn. Her wiha 300 darên zeytûnan birîn û dest danîn ser 400 darên din. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANALÎZ

Dewleta Tirk ya dagirker her roj gefan dixwe û êrîşên dijwar li ser gelê Kurd dimeşîne. Ev sed sal e qirkirina çandî û fîzîkî li ser gelê Kurd ferz dike. Dema qirkirina çandî têrî neke dest bi êrîşên qirkirina fîzîkî dike. Îro gelê Kurd bi têkoşîn û berxwedana xwe li Rojava statuyeke xweser ava kiriye. Gelê Bakur-Rojilatê Sûriyê bi vê statuya xweser dixwazin xwe bi rêve bibin.

RAPOR

Medyaya Îsraîlê ragihand ku Îsraîlê di operasyona xwe ya leşkerî ya dawî ya li Xezayê de, hin cih li Yemenê kir hedef. Gelo ev yek wê bibe destpêka ketina Yemenê ya xeta li hemberî Îsraîlê?

Hikumeta Şamê li ajokarên wesayîtên veguhastina giştî neçar kir ku alava GPS’ê deynin ku buhayê wê 350 hezar lîreyê Sûriyê ye. Ger ajokar alava daneynin, dê sotemeniyê li ser wan bê birîn. Pispor diyar dikin ku ev biryar ji rêzebiryarên talankirinê yên hikumeta Şamê ye.

ANHA