Komîteya Şilêr a Zarokan bi boneya Roja Cîhanê ya Aştiyê şahiyek li dar xist

Komîteya Şilêr bi boneya Roja Cîhanê ya Aştiyê li Baxçeya Helebçe ya taxa Hilko ya bajarê Qamişlo şahiyek li dar xist. Zarokan bi kêfxweşî ev roj pîroz kir û hêvî kirin aştî li herêmê pêk were.

Komîteya Şilêr a Zarokan bi boneya Roja Cîhanê ya Aştiyê şahiyek li dar xist
31 tebax, 2022   20:20
QAMIŞLO

Bi dehan zarokan li Baxçeyê Helebçe ya taxa Hilko ya bajarê Qamişlo kom bûn. Koma Çand û Huner ya taxa Qedûr Bêk beşdar bûn û berhemên xwe pêşandan.

Di şahiyê de daxuyanî hat dayîn. Zarokê bi navê Ehmed Wedîh daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku zarokan Roja Cîhanê ya Aştiyê bi kêfxweşî pîroz kir û hêvî kirin ku aştî li herêmê pêk were da ku di nav aramiyê de bilîzin û bixwînin.

(hh)

ANHA