Mihemed Mûsa: Divê her dewletek welatiyên xwe yên di nava DAIŞ'ê werbigire

Sekretêrê Partiya Çep a Kurd li Sûriyê Mihemed Mûsa bang li civata navneteweyî kir ku di tunekirina çeteyên DAIŞ'ê yên ku rasterast destekê ji dewleta Tirk digirin de, alîkariya QSD'ê bikin û welatiyên xwe yên di nava DAIŞ'ê de werbigirin.

Mihemed Mûsa: Divê her dewletek welatiyên xwe yên di nava DAIŞ'ê werbigire
1 îlon, 2022   06:08
QAMIŞLO – SOLÎN EHMÊ

23'yê Adara 2019'an, DAIŞ di aliyê leşkerî de ji aliyê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ve li Baxozê hat têkbirin. Lê xeteriya şaneyên wê li herêmê, bi taybet Kampa Holê (54 kîlometreyan dikeve rojhilatê Hesekê) dewam dike, ji ber ku malbatên wan hewl didin fikirê tundraw di mejiyê niştecihên kampê, bi taybet zarokan de biçînin û sûcan pêk tînin.

Di Kampa Holê de zêdetirî 54 hezar û 390 sûrî û iraqî û 8 hezar û 91 malbatên çeteyên DAIŞ'ê hene. Bi zêdebûna gef û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê re xeteriya li kampê zêdetir dibe.

Ji bo têkbirina xeteriya şaneyên DAIŞ'ê yên li ser herêmê û cîhanê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi desteka QSD, YPJ û YPG'ê di 25 Tebaxa 2022'yan de qonaxa duyemîn a Pêngava "Mirovî û Ewlehiyê" ragihand. Qonaxa yekemîn 25'ê Adara 2021'an dest pê kiribû.

'ŞANEYÊN DAIŞ`Ê DIBIN SEDEMA NE EWLEHIYÊ'

Li ser mijarê sekretêrê Giştî yê Partiya Çep a Kurd li Sûriyê Mihemed Mûsa bal kişand ser êrişên domdar ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û got: "Ji beriya bi salan ve, li dijî herêmên Rêveberiya Xweser êriş hene. Dijminê Kurdan û gelên herêmê her tim hewl dide bi planên xwe yên qirêj ên li ser herêmê, îradeya gel bişkîne û destkeftiyên ku bi xwîna bi hezaran şehîdan hatine bidestxistin, têk bibe."

Mûsa girîngiya pêngav û operasyonên ku QSD û Hêzên Ewlekariya Hundirîn li dijî şaneyên çeteyên DAIŞ'ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê radigihîne, destnîşan kir û wiha domand: "Di demekê de ku li herêmên Rêveberiya Xweser operasyonên mezin li dijî DAIŞ'ê tên destpêkirin, hin alî hewl didin destkeftiyên herêmê têk bibin û bi rêya şaneyên DAIŞ`ê û hêzên tundraw rewşeke ne aram li herêmê biafirînin û DAIŞ`ê ji bo têkbirina destkeftiyên gelên herêmê, vejînin."

Mûsa qonaxa duyemîn a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê ya li Kampa Holê bi pêngaveke girîng wesifand ku rê li ber vejandina DAIŞ`ê bigire û wê di hundir de bişkîne. Her wiha got: "DAIŞ hewl dide xwe vejîne. Ev pêngav ne tenê ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyê, di heman demê de ji bo tevahî cîhanê jî xwedî girîngiyeke mezin e."

'DIVÊ DESTEK JI QSD'Ê RE BÊ DAYÎN'

Mihemed Mûsa îşaret pê kir ku divê hêzên navneteweyî alîkariya QSD'ê di tunekirina DAIŞ`ê di aliyê fikirî û leşkerî de bike û ev li gotinên xwe zêde kir: "Divê alî girîngiyê bide bidawîkirina DAIŞ'ê û destekê bidin QSD'ê da ku DAIŞ di hundir û derve de were tunekirin, da ku gel û xak ji hêzên tundraw xilas bibin û trajedyaya êrişa li ser girtîgeha Sînaa ya bajarê Hesekê dûbare nebe ku di encamê de bi zedan keç û xortên me di wê pêngavê de şehîd bûn û gelek endam û serçeteyên DAIŞ'ê reviyan derve."

Mihemed Mûsa bang li gelên herêmê kir ku hişyar be û her tim li dijî planên qirêj û alîgirên wê bisekine.

Mûsa bal kişand ser rola QSD'ê di dosyaya DAIŞ'ê de û diyar kir ku QSD'ê karibû DAIŞ di eniya leşkerî de têk bibe, lê qedandina wê bi temamî ne hêsan e, pêwîstiya wê bi guhertineke mezin heye ji ber ku hin dewletên derve û yên hundir destekê didin wê.

'TIRKIYÊ ALÎKARÊ SEREKE YÊ DAIŞ'Ê YE'

Sekretêrê Partiya Çep a Kurd li Sûriyê êrişa li ser girtîgeha Sînaayê bi bîr xist û ev tişt got: "Em hemû dizanin ku êriş bi desteka rejîma Sûriyê û dewleta Tirk pêk hat, da ku rê hêsan bikin, desteka lojîstîk heta dawiyê pêşkêşî DAIŞ'ê bikin da wan vejînin û careke din li herêmê belav bibin."

20'ê Çileya 2022'yan, çeteyên DAIŞ'ê êrişî girtîgeha Sînaa ya li taxa Xiwêran a Hesekê kir da ku çeteyên xwe yên girtî birevînin. Li gorî mikurhatinên hin çeteyên ku ji aliyê QSD'ê ve hatin girtin, wan prespektîfên êrişê rasterast ji dewleta Tirk a dagirker girtin.

Mûsa diyar kir ku dewleta Tirk alîkarê sereke yê DAIŞ'ê ye ku wan perwerde dike, çek û desteka lojîstîk pêşkêşî wan dike, her wiha rêveberên wan li herêmên dagirkirî diparêze. Mûsa bi bîr xist ku di gelek mikurhatinan de, hat piştrastkirin ku serçeteyên DAIŞ' li herêmên dagirkirî hene û got: " Dewleta Tirk armanca ku nikarîbû bi operasyon û êrişên xwe yên derbekirina herêmê û şikandina îradeya gelê wê pêk bianiya, hewl dide bi rêya van hêzên tundaw pêk bîne."

'DIVÊ HER DEWLETEKE WELATIYÊN XWE VEGERÎNE Û HESAB JI WAN BIXWAZE'

Mihemed Mûsa diyar kir ku QSD'ê karibû DAIŞ'ê ji Reqa heta baregeha dawî li Baxozê têk bibe û dê karibe planên bi armanca vejandina wê jî têk bibe.

Sekretêrê Partiya Çep a Kurd li Sûriyê Mihemed Mûsa îşaret pê kir ku divê her dewletek welatiyên xwe yên li kampên Bakur û Rojhilatê Sûriyê werbigire û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Heta astekê hin dewletan welatiyên xwe birin,  lê hîna hinek din jî ji vê yekê bi tirs in. Divê her dewleteke welatiyên xwe bibin û li gorî qanûnên xwe hesab ji wan bixwaze. Nabe ku bar li ser milê Rêveberiya Xweser tenê bihêlin. Rêveberiya Xweser bi xwe di rewşeke şer û bersivdayînê de ye. Dewletên ku ji vê dosyayê vedikişin, alîkariyê didin DAIŞ'ê da ku bi ser bikeve û pêş bikeve."

ANHA