Şandeyê nû yê Amerîkayê serdana Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser kir

Îro şandeyê nû yê Wezareta Derve ya Amerîkayê bo herêmê Nicholas Granger serdana avahiya Daîreya Têkiyên Derve ya Rêveberiya Xweser kir ku li Qamişlo ye. Her du aliyan zehmetiyên ewlehî, aborî yên li herêmê û êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmê nîqaş kirin.

Şandeyê nû yê Amerîkayê serdana Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser kir
31 tebax, 2022   19:19
QAMIŞLO

Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve Bedran Çiya Kurd û her du cîgirên hevserokatiyê Ebîr Îliya û Fener El Giêt şanedeyê amerîkî pêşwazî kir.

Di serdanê de Bedran Çiya Kurd behsa sûcên domdar ên li dijî sivîlan û fermandarên QSD`ê ku bi rêya balafirên bê mirov ên dewleta Tirk a dagirker pêk tên, kir. Her wiha diyar kir ku divê DYA û Rûsya yên lihevkirina agirbestê bi Enqereyê re sala 2019`an îmze kiriye, helwesteke cidî li hember van sûcan û êrişan nîşan bidin ku li dijî ewlehiya herêmê ne û rê li pêşiya koçberiyeke din a şêniyan vedikin.

Çiya Kurd wiha domand: “Pêwîstiya herêmê bi desteke siyasî, aborî û mirovî heye da ku ewlehiya herêmê were parastina û DAIŞ bi dawî bibe. Yan jî wê ev rêxistina terorîst terora xwe bi hemû şêwazan dewam bike.”

Der barê dosyaya Hol û girtîgehên çeteyên DAIŞ`ê de Çiya Kurd got bersivandina bangewaziyên Rêveberiya Xweser a vegerandina girtiyan, hîna lawaz e û civata navneteweyî berpirsyariyên xwe nayne cihe û wiha domand: “Tu siyaseteke diyar li hember vê dosyayê tune ye. Ji ber wê dem demê pirsgirkê li Kampa Hol û girtîgehan derdikevin û dibin sedema şehîdxistina hêzên leşkerî û sivîlan.”

Şandeyê amerîkî jî got helwesta wan diyar e û ew bi istiqrara li herêmê re ne û li dijî êrişên Tirkiyê ne ji ber têkbirina ewlehiya li herêmê li gorî wî dê bi awayekî neyînî bandor li herêmê bike û divê nakokiya di navbera her du aliyan de kêm bibe.

Granger destnîşan kir ku ew plan û bernameyan dinirxînin têkildarî zêdekirina asta destekê ji herêmê re bi rêya Rêveberiya Xweser û got ew li herêmê ne da ku ewlehiyê dabîn bikin, dozên girêk çareser bikin û DAIŞ`ê tune bikin û dê bi hev re li ser dozên hevbeş karê xwe temam bikin.

Şandeyê amerîkî diyar kir ku bi Rêveberiyê Xweser re kar dikin da ku barên wê sivik bikin bi rêya pêşkêşkirina destekê ji Rêveberiyê re yan jî bi rêya teşwîqkirina vegerandina hemwelatiyên biyanî û wiha domand: “Helbet, ev berpirsyariya civata navneteweyî ye û dê di demeke nêz de civînek di vî warî de hebe. Ez ê peyamên we bi awayekî berfirehtir ragihînin civînê ku tê payîn li dar keve.”

Di dawiyê de Nicholas Granger careke din teqez kir ku ew ê bi hemû rêbazan destekê bidin herêmê ji bo ewlehî û aştî lê vegere.

(dm)

ANHA