'Hikumeta Şamê dema Lihevkirina Edeneyê îmze kir serdestiya welat ji dest da'

Hîndekarê Akademiya Civaka Demokratîk a Hesekê Hejar Mehmûd diyar kir ku hikumeta Şamê ji dema ku Lihevkirina Edeneyê îmze kir ve serdestiya welat ji dest daye. Welatiyan jî anî ziman ku dewleta Tirk bi nûkirina Lihevkirina Edeneyê dê ji bo berjewendiyên xwe pêk bîne.

'Hikumeta Şamê dema Lihevkirina Edeneyê îmze kir serdestiya welat ji dest da'
31 tebax, 2022   03:28
HESEKÊ – BASIL REŞÎD

Piştî civîna di navbera serokên Tirkiye, Îran û Rûsyayê de ku 19'ê Tîrmehê li Tehranê hatibû lidarxistin û civîna Soçiyê ya ku 5'ê Tebaxê di navbera serokên Tirkiyê û Rûsyayê de, êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde bûn.

Çavdêr û şopdarên rewşa siyasî û dosyaya Sûriyê diyar dikin ku êrişên giran ên vê dawiyê li ser herêmê piştî lihevkirinên di wan civînan de çêbûne. Her wiha wek berdewama Lihevkirina Edeneyê nîşan didin.

20'ê Çileya 1998'an dewleta Tirk û hikumeta Şamê Lihevkirina Edeneyê îmze kir. Li gorî protokolên navneteweyî ev peyman ne qanûnî ye.

/kr/uploads/files/2022/08/30/184259_-.webp

Çalakvanê siyasî û hîndekarê Akademiya Civaka Demokratîk a Şehîd Rûken a Hesekê Hejar Mehmûd diyar kir ku dewleta Tirk bi rêya vê peymanê hewl dide qada dagirkeriya xwe li Sûriyê berfireh bike.

Hejar Mehmûd diyar kir ku hikumeta Şamê ji dema ku Lihevkirina Edeneyê bi dewleta Tirk a dagirker re îmze kiriye, serdestiya welat ji dest da û got: "Sîstema dewletê ji bo ku li ser desthilatê bimîne her tiştî dike û dikare dev ji her tiştî berde."

Mehmûd anî ziman ku ji encamên civînên Tehran û Soçiyê û hevdîtinên veşartî yên di navbera îstîxbaratn Tirk û hikumeta Şamê de, nûjekirina Lihevkirina Edeneyê ye ku Tirkiyê êrişên xwe yên bejahî û hewayî li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde bike.

Mehmûd bi domdarî got: "Bandorên Lihevkirina Edeneyê ya nûjenkirî bûye bazarek li ser sûriyan û opozîsyona li Tirkiyê. Tirkiye dê wan muxalîfan radestî hikumeta Şamê bike. Ev komplo êdî eşkere ye û berjewendiyên sûriyan qet ne xema wê ne."

Mehmûd her wiha anî ziman ku armanca yekemîn a dewleta Tirk a dagirker têkbirina tecrubeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û rûxandina Sûriyê ye û got: "Ne opozîsyon û ne jî rejîma Sûriyê ne xema Tirkiyê ye, xema wê ew e ku Mîsaqî Millî zindî bike."

Hîndekar Hejar Mehmûd bang li tevahî sûriyan kir ku li derdora QSD'ê kom bibin, bi projeya xwe ya Rêveberiya Xweser ve girêdayî bin û li hemberî dewleta Tirk a dagirker yekitiya xwe ava bikin. Her wiha got: "Yên ku navê opozîsyona Sûriyê li xwe dikin û li Tirkiyê ne, divê baş li pêşeroja xwe bifikirin, hişyar bin û li derdora berjewendiyên sûriyan kom bibin."

'LIHEVKIRINA EDENEYÊ RENGEKÎ NÛ YÊ MÊTINGERIYÊ YE'

/kr/uploads/files/2022/08/30/184207_-.webp

Welatiyê bi navê Ehmed Ebdullah ji bajarê Hesekê ye diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker hewl dide serweriya xwe ferz bike da ku dewleta Osmanî vegerîne, her wiha berdewama Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan e.

Ehmed Ebdullah got:  "Armanca Tirkiyê û hikumeta Şamê ji lihevkirina dawî, têkbirina gelên herêmê û şikandina îradeya wan e, her wiha ji bo têkbirina projeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye ku xwe dispêre felsfeya rêber Abdullah Ocalan."

/kr/uploads/files/2022/08/30/184239_-.webp

Welatiyê bi navê Elî Ehmed El Ferec ê ji Hesekê jî anî ziman ku Lihevkirina Edeneyê rengekî nû yê mêtingeriya li ser Sûriyê ye û got: "Em gel ji azadiyê hez dikin û mêtingerî û koletiyê red dikin."

ANHA