​​​​​​​Şêniyên kantona Kobanê 134 şehîdên meha Tebaxê bi bîr anîn

Bi sedan şêniyên kantona Kobanê 134 şehîdên meha Tebaxê li Goristana Şehîd Dîcle bi bîr anîn.

​​​​​​​Şêniyên kantona Kobanê 134 şehîdên meha Tebaxê bi bîr anîn
30 tebax, 2022   18:40
KOBANÊ

Bi sedan şêniyên kantona kobanê li Goristana Şehîd Dîcle kom bûn da ku 134 şehîdên meha Tebaxê yên di dem û cihên cuda de şehîd bûne, bi bîr bînin.

Di merasîma bîranînê de, hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê Gêlo Îsa axivî û behsa Pêngava 15`ê Tebaxê û rola wê ya mezin ku el bigihêje rêya azadiyê kir, her wiha balkişand ser rola mezin a şehîd Egîd ku careke din giyan li vê axê çand ku ji aliyê hêzên faşîst ve hatibû dagirkirin û got: “Pêngava 15`ê Tebaxê her tişt guhert. Dîrokeke nû ji bo gelên herêmê û gelê Kurd nivîsand.”

Gêlo Îsa destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker hewl dide tola binkeftina xwe li çiyayên Kurdistanê û binkeftina planên wê li herêmê, bi rêya komkujiyan hilîne lê ew nizane ku ew nikare vîna gelên herêmê têk bibe.

Di dawiya merasîmê de, beşdaran mûm li ser gorên şehîdan vêxist.

(dm)

ANHA