​​​​​​​Bîlançoya roja 6`an a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê hate eşkerekirin

Nûçegihanên me geşedanên qonaxa duyemîn a “Pêngava Mirovî û Ewlehiyê” ya di beşa sêyemîn a Kampa Hol de bi dîmen û wêneyan şopandin.

​​​​​​​Bîlançoya roja 6`an a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê hate eşkerekirin
​​​​​​​Bîlançoya roja 6`an a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê hate eşkerekirin
​​​​​​​Bîlançoya roja 6`an a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê hate eşkerekirin
​​​​​​​Bîlançoya roja 6`an a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê hate eşkerekirin
​​​​​​​Bîlançoya roja 6`an a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê hate eşkerekirin
​​​​​​​Bîlançoya roja 6`an a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê hate eşkerekirin
​​​​​​​Bîlançoya roja 6`an a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê hate eşkerekirin
​​​​​​​Bîlançoya roja 6`an a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê hate eşkerekirin
​​​​​​​Bîlançoya roja 6`an a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê hate eşkerekirin
30 tebax, 2022   17:59
HESEKÊ

Di 25’ê Tebaxê de Hêzên Ewlekariya Hundirîn qonaxa duyemîn a “Pêngava Mirovî û Ewlehiyê” bi piştgiriya QSD, YPG û YPJ’ê li dijî şaneyên çeteyên DAIŞ’ê yên di Kampa Holê de, ragihand.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn xebatên lêkolîn û lêgerînê li dû şaneyên DAIŞ’ê di roja 6`an de di beşa sêyemîn a taybet bi penaberên Iraqî de, didomînin.

Di dema lêgerînê de, endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn gelek amûrên ku çeteyên DAIŞ’ê bi kar dianîn di bin erdê te dîtin wek telefon, fîşekên çekê M-16, kêr û darbir dîtin. Her wiha niştecihê wî konî jî girtin.

Êrişên hovane di nav kampa herî xeter li cîhanê ji destpêka 2022`yan ve didomin, hemwextî zêdebûna êrişên dewleta Tirk a dagirker.

Şaneyên DAIŞ’ê yên çalak û veşartî di hundirê kampê de, 43 êriş pêk anîn û di encamê de 44 kes ji niştecihên kampê hatin kuştin ji wan jinek û 2 zarok hene. Ev êriş bi rê û amûrên cuda pêk anîn ku îro hatin dîtin. Her wiha çeteyan bi rêya dabenceyên bêdeng penaber dikuştin, îşkence li wan dikirin û davêtin torên kanalîzasyonê da ku şûnên sûcên xwe veşêrin.

Navenda ragihandina Hêzên Ewlekariya Hundirîn yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro sêşemê daxuyaniyeke nivîskî weşand û tê de got: “Sibeha îro, roja 6`an a qonaxa duyemîn a “Pêngava Mirovî û Ewlehiyê”, hêzên me telefonek û fîşekên çekê M-16 dîtin.

Her wiha amûrên îşkencekirin û kuştinê yên ku şaneyên DAIŞ’ê ji bo kuştina penaberan bi kar dianîn jî hatin dîtin, Xwediyê konê ku ev amûr tê de hatine desteserkirin jî ji aliyê hêzên me ve hat girtin.”

Li gorî navendê ev amûr bi awayekî pispore di bin erdê de hatibûn veşartin.

(mh)

ANHA