`Pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan û rizgarkirina herêmê ji armancên herî bilind ên têkoşîna me ne`

Şêniyên navçeya Holê tev li çalakiya konvedanê bûn û teqezî bi berdewamkirina têkoşîn û berxwedanê kirin da ku azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan pêk were û herêmên dagirkirî rizgar bibin.

`Pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan û rizgarkirina herêmê ji armancên herî bilind ên têkoşîna me ne`
30 tebax, 2022   13:30
QAMIŞLO

Di 12`ê Tebaxê de Hêzên Parastina Civakî (HPC-Jin) bi koordîneya Kongra Star ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û banga girtina qada hewayî ya herêmê bikin, çalakiyeke konvedanê li pêşiya avahiya Komîseriya Bilind a Kar û Barên Penaberan a NY ya li Qamişlo li dar xist.

Îro endamên saziyên sivîl, partiyên navçeya Hol û bi dehan şêniyên bajarê Qamişlo tev li çalakiyê bûn.

Di çalakiyê de berdevka Kongra Star a navçeya Holê Emîre Xelef axivî û got: “Em ji bo şermezarkirina komkujiyên dewleta Tirk a dagirker, guhertina demografiyê, kuştina zarokan û jinan, li vir in.”

Emîre wiha domand: “Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û yên navçeya Holê wê dev ji pêkanîna armancên xwe û têkoşînê heta pêkanîna azadiyê bernedin.Î

Her wiha Emîre Xelef bêdengiya dewletên herêmî li hember sûcên dagirkeriya Tirk ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin.

Paşê hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) şaxê navçeya Hol Emar Musa axivî û berxwedana şervanên li eniyên şer ên li hember êrişên dagirkeriya Tirk li ber xwe didin, silav kir.

Musa behsa hewldanên dewleta Tirk a dagirker kirin ku dixwaze erêkirinê û dest bi êrişên li dijî herêmê bike û got: “Piştî ku hewldanên wê bi bin ketin, êrişên xwe li dijî herêmê zêde kirin û fermandar û zarok bi rêya balafirên bêmirov kirin hedef. Ew armanc dike ewlehiya herêmê têk bibe.”

Emar Musa di dawiyê de teqezî bi berxwedanê li hember dagirkeriya Tirk û berdewamkirina têkoşînê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan û rizgarkirina hemû herêmên dagirkirî, kir.

ANHA