‘Şerê li Bexdayê şerê domdar ê deshilatê ye’

Şerên li paytexta Iraqê Bexdayê gur dibin. Ev rewş piştî biryara serokê Tevgera Sedr Muqteda Sedr pêk hat ku ragihand ew dev ji siyasetê berdide. Lêkolînerên iraqî diyar kir ku tiştê rû dide şerê desthilatê ye, li gel ku beşeke mezin a gel nema baweriyê bi çîna siyasî tîne ku ev yek jî başkirina rewşa Iraqê zehmet dike.

‘Şerê li Bexdayê şerê domdar ê deshilatê ye’
30 tebax, 2022   13:12
NAVENDA NÛÇEYAN- GÎVARA ŞÊX NÛR

Iraq ku hilberînereke sereke ya petrolê ye ji dema têkbirina çeteyên DAIŞ`ê di 2017`an de azara şerê di navbera partiyên siyasî de dikişîne ku li ser desthilatê û kontrolkirina berhemên mezin ên petrolê şer dikin.

Li Bexdayê di encama şeran de heta kêliya amadekirina vê raporê 30 kes hatibûn kuştin û nêzî 390 kesî birîndar bûbûn. Ev yek piştî ku oldarê şîe Muqteda Sedr ragihand ku ew ji proseya siyasî vedikişe, pêk hat û alîgirên wî girtin ser Koşka Serokatiyê û bi komên hevrik yên li Bexdayê re ketin şer.

Di saetên êvarê de, li Herêma Kesk ku navendên hikumetê û balyozxaneyên biyanî lê ne, şer rû da ku ji beriya salan ve yê herî xirab e li Bexdayê. Li ser wê yekê artêşa Iraqê li seranserê welêt qedexeya derketina derve ragihand û bang li xwepêşandêran kir ku ji Herêma Kesk derkevin.

Ji dema destwerdana Amerîkayê li Iraqê di sala 2003`yan de komên iraqî ketin şerekî taîfî. Vê dawiyê jî di nava şîeyan de hevrikiyeke siyasî derket.

Sedr ku bi rêya dijberiya serweriya Amerîka û Îranê li ser siyaseta Iraqê piştgiriyeke mezin bi dest xistibû, di hilbijartinên Cotmehê de rêjeya herî zêde bi dest xist. Lê belê di Hezîranê de piştî ku di avakirina hikumetê de têk çû, hemû parlamenterên xwe ji parlamentoyê vekişandin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Sedr berê jî ji siyaset û hikumetê vekişiyabû û komên xwe yên çekdar jî ji hev xistibûn. Lê belê hîna jî di saziyên dewletê de serdest bû û komeke nîvleşkerî ya bi hezaran endamên wê hene, di bin kontrola wî de bû. Lê belê piştre dîsa vegeriya siyasetê.

Sedr ku di Cotmehê de bloka wî bi ser ketibû, israr kir ku hilbijartinên pêşwext bên lidarxistin û parlamento bê jihevxistin.

Niha di navbera alîgirên Sedr ku ji komên çekdar pêk tên û komên nîvleşkerî yên hevalbendên Îranê û hêzên ewlekariyê de, tundûtujî heye.

VEKIŞÎNA SEDR JI SIYASETÊ TAKTÎK E

Şîrovekar diyar dikin ku vekişîna Sedr ji proseya siyasî ya Iraqê taktîkeke demkî ye, da ku alîgirên wî dakevin kolanan û dest deynin ser navendên hikumetê. Hin şîrovekarên din jî diyar dikin ku ev yek qonaxeke reva bi pêş ve ye ,ji ber têkçûna Sedr di ferzkirina nêrîn û biryarên xwe li ser Çarçoveya Hemahengiyê de.

Rojnamevan û şîrovekarê siyasî Amir El Mûsewî têkildarî mijarê ji ajansa me re wiha axivî: "Li pişt vekişîna Sedr, niyeta derketina ji çarçoveya klasîk a proseya siyasî heye ku piştî mêtingeriya Amerîkayê li Iraqê di 2003`yan de û heta niha dewam dike. Ji ber kêmxizmetan, gendeliya rêveberiyê û darayî ya ji ber binkeftina hikumetên li pey hev ku Sedr jî beşeke wê bû, gel bêzar bûye."

Li ser sedemên vekişîna Muqteda Sedr ji proseya siyasî û vekişîna parlamenterên wî ji parlamentoyê, lêkolîner û dîrokzanê ji Iraqê Dr .Cewad El Beydanî dibêje: "Sedemên vekişîna Sedr ji siyaetê û banga wî ya vekişîna parlamenterên wî ji parlamentoya Iraqê, girêdayî vegera alîgirên wî li kolanê ye. Ev feraseta Tevgera Sedr e, yanî berê xwedana kolanê. Ev planeke Sedr e."

El Beydanî wiha dewam kir: "Niha ew ji proseya siyasî vekişiye, ne ji ber pêwîstiya vekişînê, lê belê ev taktîk e. Dê derfetê bide Çarçoveya Hemahengiyê da ku hikumetê ava bike, lê belê eger alîgirên Sedr û yên Çarçoveya Hemahengiyê rû bi rûyî hev bûn (blokên şîe yên şerê desthilatê dikin), dê ew yek bi hêsanî bi dawî nebe, dê kînê li dû xwe bihêle."

El Beydanî destnîşan kir ku ev "rû bi rû bûn" tiştekî girîng e da ku hêza her aliyekî bê zanîn. Rayedarên ewlekariyê dibêjin ku hin şerên duh êvarê li Herêma Kesk rû dane, di navbera çekdarên Seraya Selam a girêdayî Sedr û endamên hêzên ewlekariyê yên Iraqê de bû, yên ku bi parastina Herêma Kesk hatine erkdarkirin. Lê muhtemel e ku destê komên çekdar ên hevalbendên ÎRanê jî di wê de hebe.

Mamosteyê zanistên siyasî Dr. Ehmed Rehîm jî ji ajansa me re axivî û behsa sedemên vekişîna Sedr kir û wiha got: "Gelek sedem hene; israra Çarçoveya Hemahengiyê ya beşdarbûna hikumetê ruxmî ku di hilbijartinên parlamentoyê de bi bin ket û hewldana wî ya mayîna di hikumeta lihevkirî de ku welat gihand vê rewşê. Her wiha bikaranîna rêjeya (ji sêyan yek) ku nehêle Sedr tevî şirîkên xwe yên sunnî û Kurdan hikumetê ava bike. Ev yek bû sedema xitimîna siyasî. Ji lew re Tevgera Sedr ji parlamentoyê vekişiya û piştre berê xwe da kolanê ku alîgirên wî yên li kolana yên herî zêde ne."

ŞERÊ DESTHILATÊ Û NEMAYÎNA BAWERIYÊ

Li ser bandora biryara Sedr a vekişîna ji siyasetê û xwepêşandanên alîgirên wî li kolanê û zêdebûna tundiyê, li ser avakirina hikumeta Iraqê, El Beydanî wiha got: "Heke rewş li vê derê bi îstiqrar bû, dibe ku Sedr alîgirên xwe vekişîne pişt Herêma Kesk, piştre dê Çarçoveya Hemahengiyê hikumetê ava bike, dê Sedr careke din berê xwe bide kolanê. Bi wê yekê, dê aloziyeke nû rû bide, dê bigihêje asta hilweşandina hikumetê wekî dema hikumeta Adil Ebdulmihdî.

Ev şerê ser desthilatê ye. Eger Sedr bi ser bikeve, dê Iraq bibe Lubnana duyemîn. Li vir Sedr heye, li wir jî Nesrallah a Lubnanê heye. Ev planeke stratejîk e ku Îran ev demek e bi kar tîne.

Hikumeta were avakirin dê sist be, piştre dê Sedr berê xwe bide kolanê û tiştên min behsê kir rû bidin."

Rehîm jî texmîn dike ku êdî rewş ji kontrolê derketiye û veguheriye şerê di navbera Seraya Selam û Hêzên Heşdî Şebî de û şer li piraniya parêzgehên Iraqê belav bûye.

Mûsewî jî dibêje ku pirsgirêk ne avakirina hikumetê ye, lê belê ji wê xirabitir e û wiha domand: "Eger em bêjin ev hikumet hate avakirin jî, dê nekare di demeke kin de qonaxa 18 salên borî çareser bike. Ji wê zêdetir, beşên mezin ên gel baweriya xwe bi çîna siyasî nemaye ku êdî başkirina rewşa Iraqê zehmet dike.”

(cx)

ANHA