Desteya Perwerdeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê dema destpêkirina sala xwendinê ragihand

Desteya Perwerdeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê dema destpêkirina sala xwendinê ya 2022-2023`yan eşkere kir. Li gorî malpera fermî ya desteyê 11`ê Îlonê dewama îdarî dest pê dike û 18`ê Îlonê jî dewama xwendekaran e.

Desteya Perwerdeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê dema destpêkirina sala xwendinê ragihand
30 tebax, 2022   13:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser malpera xwe ya fermî dema destpêkirina sala xwendinê eşkere kir.

Li gorî malperê: “Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê civîna xwe ya asayî li dar xist. Hevserokatiya Desteya Perwerde û Fêrkirinê û cîgirên wê, hevserokatiya deste û komîteyên perwerdeyê, rêveberiyên xweser û sivîl ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tev li civînê bûn. Di civînê de raporên mehane yên deste û komîteyên perwerdeyê yên rêveberiyên xweser û sivîl hatin xwendin û astengiyên li pêşiya kar derketine hatin nîqaşkirin.”

Li gorî malperê: “Di dawiya civînê de dema destpêkirina sala xwendinê ya 2022-2023`yan di 11`ê Îlonê de dest pê dike. Dewama xwendekaran jî di 18`ê Îlonê de dest pê dike.”

(dm)

ANHA