​​​​​​​Gerîlayan lê da: 8 dagirker hatin cezakirin, derb li Skorskyekê hate xistin

Di çalakiyên gerîlayên Azadiya Kurdistanê yên li dijî artêşa Tirk a dagirker de 8 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin, helîkoptereke Skorsky jî hate derbkirin.

​​​​​​​Gerîlayan lê da: 8 dagirker hatin cezakirin, derb li Skorskyekê hate xistin
30 tebax, 2022   12:48
NAVENDA NÛÇEYAN

HPG’ê got “Di 5 çalakiyên tîmên me yên bi tevger de 8 dagirker hatine cezakirin, derb li helîkoptereke Skorsky hate xistin. Artêşa Tirk a dagirker 15 caran bi bombeyên taktîk nukleer û çekên kîmyewî, 23 caran bi helîkopterên êrişê, 13 caran bi balefirên şer, bi dehan caran jî bi obus, hawan û çekên giran Qadên Berxwedanê bombe kiriye.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê çalakî û êrişên hatine kirin de ev daxuyanî da:

''Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê de li herêma Avaşînê

Di 29’ê Tebaxê de dagirkerên ku dixwestin li Qada Berxwedanê ya Werxelê rê çêbikin bûne hedefa hêzê me. Tîmên me yên bi tevger li kepçeyên dagirkeran dane. Piştî lêdana hêzên me dagirkerên li ser kepçeyan neçar mane, êrîşên xwe bidin sekinandin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Şehîd Savaş Maraş a Cenga Xabûrê de;

Di 29’ê Tebaxê de dema ku dagirkeran xwestin ber bi çeperên şer ên li Şehîd Sîpan a Qada Berxwedanê ya Girê Amêdiyê werin, hêzên me dagirker xistine bin kontrola xwe. Hêzên me saet di 08.00’an de ji sê aliyan ve girtine ser dagirkeran. Milê yekemîn bi bombeyên destan û çekan li dagirkeran dane û 3 dagirker ceza kirin. Milê duyemîn ê çalakiyê bi çekên şexsî li dagirkeran dane û 3 dagirker ceza kirin. Milê sêyemîn ê çalakiyê jî bi çekên giran li çeperên dagirkeran dane.

Di 29’ê Tebaxê saet di 16.10’an de tîmên me yên bi tevger ên YJA Starê li Qada Berxwedanê ya Girê Hakkarî bi sûîkastê li dagirkeran dane û li vir dagirkerek hatiye cezakirin.

Di 29’ê Tebaxê de saet di 21.10’an de bi taktîka sûîkastê li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî hate xistin û dagirkerek hate cezakirin.

Di 29’ê Tebaxê de bi şev dema ku helîkoptereke Skorsky xwest leşkeran deyne Qada Berxwedanê ya Girê Amêdiyê hêzên me li helîkopterê dan. Hêzên me bi xurtî li helîkopterê dan û helîkoptera Skorsky neçar ma ji qadê dûr bikeve.

Êrişên artêşa Tirk a dagirker ên bi bombeyên nukleerî yên taktîkî û çekên kîmyewî;

Di 29’ê Tebaxê de çeperên şer ên li Qadên Berxwedanê yên Girê Cûdî, Saca û Şikefta Birîndara 15 caran bi bombeyên nukleerî yên taktîkî û çekên kîmyewî hatin bombekirin.

Êrişên artêşa Tirk a dagirker;

Di 29’ê Tebaxê de artêşa TC’ê ya dagirker bi kepçeyan hewl da çeper û tunelên şer ên li Qada Berxwedanê ya Werxelê hilweşîne.

Di 29’ê Tebaxê de Qadên Berxwedanê yên Girê Amediyê û Kurojahro 23 caran bi helîkopterên êrişê hatin bombekirin.

Di 29’ê Tebaxê de dron li ser Qada Berxwedanê ya Girê FM geriyaye.

Di 29’ê Tebaxê de Qadên Berxwedanê yên Girê Cûdî, Girê Hakkarî, Şehîd Adil, Sîda û Saca 13 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

Di 29 û 30’ê Tebaxê de Qadên Berxwedanê yên Girê FM, Şehîd Adil, Sîda û Saca bi dehan caran bi obus, hawan û çekên giran hatin bombekirin.

Hêzên PDK'ê xebatên vekirina rêya diçe ber bi Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê ya bi armanca vekirina pêşiya dagirkeriyê didomîne. Hêzên PDK'ê û artêşa Tirk a dagirker bi hev re ewlehiya vê rêyê digirin û bi hev re tevdigerin” .