Şêniyên Tirbespiyê: Kiryarên PDK’ê li dijî nirxên nîştimanî ne

Şêniyên navçeya Tirbespiyê êrişên dagirkeriya Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Herêmên Parastinê yên Medyayê û hevkariya wê di van êrişan de şermezar kirin û tekez kirin ku kiryarên PDK`ê li dijî nirxên nîştimanî yên gelê Kurd in.

 Şêniyên Tirbespiyê: Kiryarên PDK’ê li dijî nirxên nîştimanî ne
30 tebax, 2022   11:11
QAMIŞLO

Şêniyên navçeya Tirbespiyê ya Kantona Qamişlo îro bi xwepêşndanekê êrişên dagirkeriya Tirk li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û sûcên wê yên li dijî welatiyên herêmê, her wiha çêkirina rêyan ji aliyê PDK'ê ve ji bo alîkarîdayîna artêşa Tirk a dagirker li Herêmên Parastinê yên Medyayê yên Başûr û dorpêçkirina hêzên gerîla, şermezar kirin.

Xwepêşandêr li ber avahiya perwedehiyê ya li navçeyê kom bûn û pankartên bi nivîsên "Dewleta Tirk a faşîst gefê li ewlehiya cîhanê dixwe, ka em bi hev re li dijî terorê bisekinin" û wêneyên zarok û welatiyên ku di encama êrişên dagirkeriya Tirk de şehîd bûn, hildan.

Xwepêşandêr ji ber avahiya perwerdehiyê meşiyan û di taxên navçeyê re geriyan. Xwepêşandan li bakurê rojhilatê navçeyê li Qada Azadî rawestiya û veguherî mitîngê.

Li wir ji aliyê Meclisa Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li navçeya Tirbespiyê ve daxuyaniyek hat dayîn. Endama PYD'ê Nalîn Temo daxuyanî xwend.

Daxuyanî wiha ye:

"Dewleta Tirk li dijî gelê me yê Kurd şerê qirkirinê dimeşîne, ax, gelê me û hemû nirxên me yên madî û manewî dike hedef. Têkçûna hikumeta Tirkiyê di siyaseta xwe ya hundir û derve de û jidestdana piştgiriya gel, hişt ku hîn hovtir bibe.

Li dijî polîtîkayên faşîst û êrişên hovane yên ku tê de çekên qedexe û kîmyewî tên bikaranîn, îradeya ji pola ya şervanên azadiyê destaneke dîrokî ye.

Ger gerîla nebûna wê Kurd rastî qirkirinê bihatana. Yên ku nirxên Kurdan ên li çar parçeyên Kurdistanê diparêzin ew in.

PDK rê li ber artêşa Tirk vedike, ev karekî qirêjî ye û li dijî hemû nirxên nîştimanî yên gelê Kurd e.

Em bang li gelê Kurd dikin ku li hemberî van kiryarên ku hewl didin têkçûna dijmin rizgar bikin, rawestin û bertekên neteweyî nîşan bidin.

Plan û êriş çi dibin bila bibin, vîna me wê kêm nebe û serketin wê ya me be."

Xwepêşandan bi dirûşmeyên silavkirina berxwedanê û dilsoziya bi şehîdan re bi dawî bû.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku PDK'ê dest bi çêkirina rêyekê di navbera Girê Hekkarî û Girê Amediyê yên li rojavayê Zapê kiriye da ku artêşa Tirk a dagirker xwe bigihîne vê herêma ku xwegihandina wê zehmet e û gerîlayên ku li hemberî êrişên qirkirinê yên dagirkeriyê berxwedaneke dîrokî raber dikin, dorpêç bikin.

Ev yek hemwextî salvegera yekemîn a kemîna xiyanetê pêk tê, ku hêzên PDK`ê di 28’ê Tebaxa 2021’an de li hember komek gerîlayên ku ber bi herêma Behdînan a çiyayê Qendîlê ve diçûn, danîn.

(hs)

ANHA