Malbatên şehîdan: Kesên beşdarî şerê li dijî zarokên me bibin, em rehmê lê nakin

Malbatên gerîlayên şehîd bûne diyar kir ku ew ê li kesên bi dewleta Tirk re şerê zarokên wan li çiyayên Kurdistanê dikin, neyên rehmê.  Her wiha bang li PDK`ê kir: “Heke bi dehan rêyan veke ji bo alîkariya dijmin bike, ew nikare vîna zarokên me bişikîne û berxwedana wan têk bibe."

Malbatên şehîdan: Kesên beşdarî şerê li dijî zarokên me bibin, em rehmê lê nakin
30 tebax, 2022   07:21
QAMIŞLO-SOLÎN EHMÊ

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ji bo dorpêçkirina gerîlayan ku berxwedana dîrokî li hember êrişên dagirkeriya Tirk nîşan didin û ji bo ku alîkariya dewleta Tirk a dagirker bike ku bigihêje cihê gerîlayan, rêyeke nû di navbera girên Hekar û Amêdiyê yên rojavayê herêma Zapê de vedike.

Hemwestî salvegera yekemîn a kemîna hêzên PDK`ê ku di 28`ê Tebaxa 2021`ê de li pêşiya komeke gerîla daniye yên diçûn herêma Behdînan li Çiyayên Qendîlê, PDK`ê vê kiryarê dike. 

Têkildarî mijarê, Fermandariya Giştî ya Navenda Parastina Gel (NPG) got: “Vekirina vê rêyê, ji bo dewleta Tirk û pergala partiyatî ya AKP û MHP`ê ye ku di vê dawiyê de gelek tengav bûne, desteke berçav û mudaxeleya şer e. Divê gelê Kurdistanê, sazî û kesayetên nîştimanî bang li PDK`ê bikin ku ji mîna van hewldanan vegere ku dibe bibe sedema şerekî di navbera kurdan de.”

'GER BI DEHAN KOORÎDOR JÎ VEKE EW NIKARE WAN TÊK BIBE'

Diya şehîdê HPG`ê Can Welat û gerîlaekê Behiye Sebrî têkildarî kiryarên PDK`ê li hember gerîlayên li çiyayên Kurdistanê pêk tîne, got: "Di salvegera kemîna Xelîfanê de PDK`ê û dijmina Tirk hewldidin bûyerên Xelîfanê vejînin û dîsa bibin sedema şehîdxistina zarokên me. Ne bes e bi çekên kîmawyî êriş dikin, niha dagirkerî jî bi piştgiriya PDK`ê amadekariya êrişên din dike."

Behiye Sebrî îşaret bi têkoşîna gerîlayan kir û ev li gotinên xwe zêde kir: "Em gelek şanzan in ku malbatên gerîla ne yên ji zêdetirî 40 salî ve, serkeftinên mezin li hember êrişên dijmin bi derfetên xwe yên besît pêk tînin. Heke PDK`ê bi dehan rêyan jî veke, ew nikare vîna zarokên me têk bibe yan jî bişikîne."

Behye Sebrî da zanîn ku ew ê li hember siyaseta PDK`ê yên li dijî gerîlayên li çiyayên Kurdistanê, bê deng nemînin û ew ê dijmin û çi kesên hevbeşiya wî dike efû nekin. Di heman demê de ragihandin ku ew ê li qadan bin, bi destê xwe zarokên xwe rêkin çiyayên Kurdistanê da ku tev li gerîla bibin.

'BAŞÛRÊ KURDISTANÊ KIRIYE PARÊZGEHEKE TIRKIYÊ'

Birayê şehîd HPG`ê Cebar, Ebdurehîm Nûrî Darî anî ziman ku PDK`ê Başûrê Kurdistanê kiriye parêzgeheke Tirkiyê û wiha dewam kir: "Bi deh hezaran leşkerên artêşa Tirk derbasî xaka Kurdistanê kir û destûr da wan ku bi dehan baregehên xwe lê ava bikin. Divê navê Kurdistan ji navê partiyê were rakirin."

Ebdurehîm Nûrî Darî destnîşan kir ku ew ê rê nedin tu kesî têkoşîna kurdan û xwîna şehîdan li erdê bixin û xaka Kurdistanê radestî dijmin nakin.

'DI SIYASET Û TEVGERÊN WÎ DE KA KURDAYETÎ?'

Diya şehîdê HPG`ê Çiyager û şervanê QSD`ê Cemal û xwişka şehîdên HPG`ê Şahîn û Şukrî, Rewşen Mihemed Şerîf diyar kir ku PDK`ê li pêşiya doza kurd û her kesên di vê rêyê de tê dikoşin, bûye kelem.

Rewşen Mihemed Şerîf wiha axaftina xwe dewam kir: "Mirov nikare derveyî navê xayîn li PDK`ê bike, em gelek rojan li pêşiya dergehê Sêmalka man û banga wergirtina cenazeyên zarokên xwe kir. Lê mixabin bi cih neanî û careke din destên xwe kir destên dijmin. Dîsa jî em ê heta kêliya dawî şopdarên şehîdên xwe bin."

Rewşen Şerîf anî ziman ku PDK`ê dûrî kurdîtiyê ye, destên xwe dike destên dijmin û êrişî gerîla dike, lê ger rastî êrişan were ew ê gerîla bê teredud parastina wê bike.

(eh)

ANHA