Rojnameyên erebî: Piştî ku Sedr dev ji siyasetê berda îhtîmala şerê navxweyî yê şîeyan heye

Rojnameyên erebî yên îro derketine, têkildarî geşedanên Iraqê piştî vekişîna Sedr ji siyasetê, rawestandina proseya siyasî li Sûriyê û rewşa Yemenê nivîsandin.

Rojnameyên erebî: Piştî ku Sedr dev ji siyasetê berda îhtîmala şerê navxweyî yê şîeyan heye
30 tebax, 2022   08:19
NAVENDA NÛÇEYAN

‘VEKIŞÎNA SEDR JI SIYASETÊ, NÎŞANEYÊN ŞERÊ NAVXWEYÎ YÊ ŞÎEYAN DIDE’

Rojnameya El Ereb têkildarî rewşa Iraqê wiha nivîsî: "Vekişîna serokê Tevgera Sedr Muqteda Sedr ji proseya siyasî û jihevxistina komên alîgirên wî, wekî sinyalekê ji bo alîgirên wî bû ku bi lez bikevin nava tevgerê, bi ser koşka serokatiyê de bigirin û navenda hikumetê dorpêç bikin. Her wiha planek ji bo derxistina tevliheviyeke mezin bû ku di encamê de di navbera alîgirên Sedr û milîsên girêdayî hevrikên wî de pevçûn derketin û eger ne ji destwerdana artêşa Iraqê bûya, dibe ku rewş xirabtir bûya.

Aliyên siyasî yên iraqî dibêjin ku qedexeya derketina derve ku artêşê duh êvarê ragihandiye, pirsgirêkê çareser nake. Ji ber ku rewş bi biryara tu aliyan nayê kontrolkirin, nexasim ku aliyên hevrik di aliyê siyasî û mezhebî de bi hêrs in û ji şerekî re amade ne.

Heman aliyan destnîşan kir ku ev şer ne hikumet, ne hêzên Iraqê ne jî artêş dikare kontrol bike û dê şerê di navbera milîsan de çarenûsa wê diyar bike. Ev şer di navbera Seraya Selam û Heşdî Şebî û lîsteyek dirêj a komên di bin sîwana wê de ye.

Sedr bi daxuyaniyekê li ser Twitterê gotibû: "Ez bi temamî dev ji proseya siyasî ya Iraqê berdidim û hemû saziyên Tevgera Sedr jî têne girtin. Tevî ku ez dev ji proseya siyasî berdidim, lê ez ê li Necefê her tim bimînim."

Sedr diyar kir ku dê hin saziyên wan ên olî û çandî vekirî bimînin.

Beriya niha jî daxuyaniyên bi vî rengî hatine dayîn, lê pirî caran Sedr dîsa vedigeriya.

Beriya ku Sedr ji proseya siyasî vekişe, lêvegerê olî yê Kazim El Hairî ji lêvegerê îstifa kiribû û radestî murşîdê Îranê Elî Xamaney kiribû. Kazim El Hairî xwe wek wasîsê Mihemed Baqir Sedr û Mihemed Sadiq Sedr dihesiband. Çavdêrên iraqî dibêjin dibe ku ev gav Sedr û alîgirên wî lawaz bike, ji ber ku El Hairî wekî sîwana olî û mezhebî ya wan bû.

Balkêş e ku El Hairî di xîtaba xwe ya dawîn de rexneyên tund li Sedr û alîgirên wî kiribû.

Çavdêran got dema îstifaya El Hair destpêkê Sedr û piştre alîgirên wî dixe rewşeke zehmet, ku di vê demê de lêvegereke wan tune ye. Li aliyê din jî hevrikên wan ên Çarçoveya Hemahengiyê li Elî Sîstanî û li Xameney li Îranê vedigerin.”

‘PEDERSEN RAWESTANDINA PROSEYA SIYASÎ YA LI SÛRIYÊ PIŞTRAST KIR’

Rojnameya Şerq El Ewset jî têkidarî rojeva Sûriyê wiha nivîsî: "Nûnerê Neteweyên Yekbûyî yê taybet bi Sûriyê Geir Pedersen piştrast kir ku di dema niha de proseyeke siyasî tune ye. Pedersen fikarên xwe anîn ziman ku rageşiya dawîn di navbera hêzên Amerîkayê û milîsên girêdayî Îranê de li ser xaka Sûriyê dibe ku zêdetir ber bi têkçûnê ve biçin. Sekreterê giştî yê NY`yê Antonio Guterres jî di rapora xwe de hêvî kir ku Konseya Ewlehiyê mekanîzmaya mirovî ya bi rêya sînor di destpêka sala bê de, dirêj bike. Her wiha destnîşan kir ku zêdetirî nîvê sûriyan hewcedarê alîkariyê ne.

Cîgira sekreterê giştî yê NY`yê ya kar û barên mirovî Joyce Msuya jî li ser zêdebûna tundiyê li bakurê Sûriyê û bakurê Helebê û bakur û rojhilatê Sûriyê di demên dawîn de, fikarên xwe anîn ser ziman û destnîşan kir ku di êrişên bi balafirên bêmirov û topbaranê de sivîl dibin qurbanî. Joyce Msuya her wiha her wiha bang li endamên Konseya Ewlehiyê kir ku li ser binpêkirinên mezin hesab bixwazin û behsa rewşa kampa Holê kir û got: "Rewşa ewlehiyê pir xirab e." Joyce bang li hemû dewletên endam kir ku ji bo vegerandina welatiyên xwe tedbîrên lez bigirin."

‘BINPÊKIRINA AGIRBESTÊ JI ALIYÊ HÛSIYAN VE, KOMÎTEYA DAN Û STANDINAN ASTENG DIKE’

Der barê rewşa Yemenê de rojnameya El Beyan wiha nivîsî: "Hikumeta Yemenê ragihand ku ew karê xwe di komîteya leşkerî de ku beşdarî dan û standinên li paytexta Urdinê Eman bûye, taloq dike. Dan û standin ji bo xurtkirina çavdêriya binpêkirinan û avakirina odeyên operasyonên hevbeş li ser asta eniyan, tên kirin. Ev yek jî bi armanca şermezarkirina êrişa Hûsiyan li dijî devera El Debab a li rojavayê Teîzê pêk tê ku dixwest yekane rêya ku bajarê Teîzê bi parêzgeha Edenê ve girê dide, qut bike. Di encama êrişê de 33 kes hatin kuştin ku 10 jê leşker bûn.

Komîteya leşkerî ya hikumetê di daxuyaniyekê de ragihand ku taloqkirina kar encama êrişa Hûsiyan a li parêzgeha Teîzê ye ku di encamê de bi dehan kuştî û birîndar çêbûn. Armanca wê êrişê jî girtina rê bû ku ji beriya heft salan ve damara dawîn a sereke ya li bajarê Teîzê yê dorpêçkirî bû. Hikumetê, Hûsî tawanbar kirin ku bi berdewamî agirbestê binpê dikin, ew jî bi rêya bikaranîna firokeyên bêmirov, moşekên balîstît, sewqiyatên berdewam û opersayonên leşkerî ye ku di dema agirbestê de bi sedan kes hatin kuştin û birîndarkirin.

Tîma hikumetê bi rêya nûnerê NY`yê yê taybet bi Yemenê Hans Grundburg bang li NY`yê kir ku erkên xwe yên li hember van pêkanînan bi cih bînin û ji cîhanê re rastiya Hûsiyan û rêbazên bêkêr ên ji bo pêkneanîna agirbesta mirovî, eşkere bikin."

(cx, hs)