Şênî û rûspiyên Til Hemîsê: Heta pêkanîna serkeftinê em ê li ber xwe bidin

Şênî û rûsiyên navçeya Til Hemîsê bêdengiya navneteweyî sûc û êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin û destnîşan kirin ku armanca wan êrişan, têkbirina ewlehiya li herêmê ye û gotin heta pêkanîna serkeftinê dê li ber xwe bidin.

Şênî û rûspiyên Til Hemîsê: Heta pêkanîna serkeftinê em ê li ber xwe bidin
29 tebax, 2022   14:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Çalakiya konvedanê ya Hêzên Parastina Civakî-Jin bi koordîneya Kongra Star ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker li pêşiya avahiya Komîseriya Bilind a Kar û Barên Penaberan a NY`yê li Qamişlo li dar xistiye di roja 18`an de didome. Îro endamên saziyên sivîl ên navçeya Til Hemîsê ya kantona Qamişlo, tev li çalakiyê bûn.

Di çalakiyê de endama Kongra Star a navçeya Til Hemîsê Ezarî El Fîhan axivî, sûc û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê şermezar kirin û got: “Em ê li ber xwe bidin û teslîm nabin.”

Her wiha rûspiyê êla El Şemer a navçeya Til Hemîsê Ehmed El Şatî axivî û bang li rêxistinên mirovî û mafên zarokan kir û got: “Dewleta Tirk zarokên me dikuje, guneha gelê Sûriyê çi ye ku di encama nakokiyên herêmî û navneteweyî de berdêlê bide. Em îro bi vê çalakiya xwe li hember van sûcan disekinin. Heta pêkanîna serkeftinê em ê li ber xwe bidin.”

El Şatî bêdengiya cîhanê li hember sûcên dewleta Tirk a dagirker şermezar kir û banga girtina qada hewayî ya herêmê, bidawîkirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan kir.

(dm)

ANHA