Sedr dev siyasetê berda

Serokê Tevgera Sedr a Iraqê da zanîn ku dev ji proseya siyasî berdide û hemû saziyên Tevgera Sedir jî dê bêne girtin.

Sedr dev siyasetê berda
29 tebax, 2022   11:45
NAVENDA NÛÇEYAN 

Serokê Tevgera Sedir Muqteda El Sedr, li ser hesabê xwe yê Twitterê peyamek belav kir. Sedr di peyama xwe de bi fermî ragihand ku ew êdî dev ji proseya siyasî berdide.

Sedr di peyama xwe de got: “Ez bi temamî dev ji proseya siyasî ya Iraqê berdidim û hemû saziyên Tevgera Sedr jî têne girtin. Tevî ku ez dev ji proseya siyasî berdidim, lê ez ê li Necefê her tim bimînim.”