Rojnameyên erebî: Şamê ji Îranê daxwaz kir ku ji erdê wê êrişî Îsraîlê neke

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên îro de behsa êrişên Îran-Îsraîlê li axa Sûriyê, aloziya siyasî ya Iraqê û rewşa Lîbyayê kir.

Rojnameyên erebî: Şamê ji Îranê daxwaz kir ku ji erdê wê êrişî Îsraîlê neke
29 tebax, 2022   07:35
NAVENDA NÛÇEYAN

‘SÛRIYÊ JI ÎRANÊ DAXWAZ KIR KU JI XAKA WÊ ÊRIŞÎ ÎSRAÎLÊ NEKE’

Der bare rewşa Sûriyê de, rojnameya Şerq El Ewset wiha nivîsî: "Rojnameya The New York Times li gorî çavkaniyekî ji Şamê ragihand ku rayedarên Sûriyê ji Îranê û wekîlên wê daxwaz kir ku ji axa Sûriyê êrişî Îsraîlê nekin. Li gorî malperên îsraîlî, li ser wê yekê Îranê li dijî êrişên hewayî yên Îsraîlê bi topbarana baregehên Amerîkayê bersiv dide.

Ev daxwaza rayedarên Sûriyê di civîneke online ya li gel Îranê û partiyên ser bi wê ve yên li Sûriye û Iraqê de; Hizbulaha Lubnan û Yemenê û Feyleq El Quds a girêdayî Pasdarên Îranê, hatiye kirin. Çavkanî got sûrî naxwazin ku Îran ji axa wan êrişî Îsraîlê bike, ji ber ku ew yek gefa rûdana şerekî giştî û têkbirina îstiqrarê li Sûriyê dixwe. Ji ber vê daxwazê, "Mihwer El Muqaweme" bi serkêşiya Îranê, baregehên Amerîkayê yên li Sûriyê topbaran kirin. Bi wê yekê hêvî dikin ku DYA zextê li Îsraîlê bike da ku êrişên xwe rawestîne.

Rayedarên Amerîkayê yên payebilind ji rojnameyê re got êrişên balafirên bêmirov ên biçek ên roja 15`ê Tebaxê li dijî baregeha Tenef a Sûriyê ku tê de leşkerên Amerîkayê hene, dibe ku hewldaneke Îranê ya bersivdayîna êrişeke hewayî ya berê ya Îsraîlê be.

Rojek beriya êrişê, 3 leşkerên Sûriyê di êrişên hewayî yên Îsraîlê de li nêzî Tertûs a beravên Sûriyê hatin kuştin.

Hefteya borî jî Amerîkayê ji bo bersivdayîna êrişên 15`ê Tebaxê, êrişî Pasdarên Îranê û milîsên ser bi Îranê ve li herêma Dêrazorê ya rojhilatê Sûriyê kir. Milîsên ser bi Îranê ve bi êrişa moşekan bersiv da. Her wiha Amerîkayê êrişên din ên hewayî pêk anîn."

‘BEŞA BÊDENG A IRAQÊ LI HEMBER ‘ŞOREŞ’A SEDR TU HELWESTÊ NÎŞAN NADE’

Têkildarî rewşa Iraqê jî rojnameya El Ereb wiha nivîsand: "Serokê Tevgera Sedr Muqteda Sedr hewl dide beşeke girîng a civaka Iraqê ku heta niha bê deng e, bikişîne aliyê xwe. Ruxmî ku ev beş li ser encamên vê rewşê ku dibe tiştê ji dewletê mayî jî hilweşe, bi fikar e.

Sedr di hemleya xwe ya dijberî hevrikê xwe Çarçoveya Hemahengiyê de “şoreşê" û “guhertina sîstemê" wekî du navnîşanên berz dibîne. Lê belê, beşa wek bêdeng tê nasîn li hember van navnîşanan tu bertekê nîşan nade. Ew beş dibîne ku bûyerên diqewimin dûrî "reforema tê hêvîkirin" in û şerê desthilatê û kontrolkirina xêr û bêrên welat nîşan dide."

‘TIRSA ŞEREKÎ DOMDAR LI TERABLUSÊ HEYE’

Der barê rojeva Lîbyayê de jî rojnameya El Beyan wiha nivîsî: "Şerê li paytexta Lîbyayê Terablus careke din kûrahiya krîza ewlehiyê li herêmên rojavayê Lîbyayê eşkere kir, ew jî di dema berdewama kontrolkirina komên çekdar de li ser rewşa siyasî û meydanî û ji ber nebûna dîtineke cidî ji bo jinavbirina komên çekdar û komkirina çekên bêkontrol li gorî biryarên Konseya Ewlehiyê ya NY`yê û encamên kongreyên navneteweyî yên pêwendîdar û bi taybetî kongreyên yekem û duyem ên Berlînê.

Di demekê de ku artêşa Lîbyayê serweriya dewletê li herêmên di bin bandora xwe yên li rojhilat, başûr û navenda welêt de ferz kir, ku êdî li wir komên derqanûnî û komên terorîst nemane, li bajarên rojavayî yên beravê û çiyayî, bi taybetî paytext Terablusê, şerekî berfireh di navbera komên çekdar ên xwedî lêvegerên îdeolojî, qebîleyî û yên girêdayî mîrên şer de derdikeve.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya Lîbyayê ku roja yekşemê daye û li gorî bîlançoyke nû, di şerê roja şemiyê yê li Terablusê de 32 kes hatin kuştin û 159 kesên din birîndar bûn. Her wiha ziyanên madî gihaştin mal û milkên giştî û taybet.

Çavdêrên xwecih diyar dikin ku şerên bixwîn ên di navbera komên çekdar ên ser bi Hikumeta Yekitiya Nîştimanî ya bi serokatiya Ebdulhemîd Debîbe û komên alîgirên serokê hikumeta Îstiqrarê Fethî Başaxa de, tekez dikin ku aloziya siyasî ya Lîbyayê her ku diçe kûrtir dibe. Yek ji sedemên wê jî berdewama rewşa ewlehiyê ya tevlihev e, ya din jî binketina civata navneteweyî ji bo çareserkirina dosyaya komên çekdar e.”

(cx, hs)