​​​​​​​Roja 5`emîn a Pêngava 'Mirovî û Ewlehiyê': Belge, pereyên DAIŞ`ê û gelek alavên din hatin dîtin

Di roja 5`emîn a Pêngava "Mirovî û Ewlehiyê" li Kampa Holê de, Hêzên Ewlekariya Hundirîn belge, pereyên DAIŞ`ê û gelek telefon û kompîturên ku hatibûn veşartin, dîtin. Her wiha gelek kesên bi guman hatin girtin.

29 tebax, 2022   06:05
HESEKÊ

Qonaxa duyemîn a Pêngava "Mirovî û Ewlehiyê" ya ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve bi piştgiriya YPG/ YPJ, QSD`ê li Kampa Holê hatibû ragihandin, ket roja 5`emîn de.

Pêngav îro di saet 05.00`ê berbangê de bi tevlîbûna bi sedan şervanan û endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn li beşê duyemîn ê taybet bi penaberên îraqî dest pê kir. Ji bo operasyonên paqijkirin û lêgerînê pêk bînin, erebeyên zirxî derbasî beşê duyemîn bûn û xebatên lêgerînê hatin destpêkirin. Piştî xebatên lêgerînê, penaber û malbatên çeteyên DAIŞ`ê ji bo wergirtina sicilan hatin komkirin.

Di encama lêgerînê de gelek belge û pereyên DAIŞ`ê ku di bin konan de hatibûn binaxkirin, hatin dîtin. Her wiha gelek telefon, xetên telefonê yên iraqî û kompîtur ku bi heman awayî hatibûn veşartin, hatin dîtin. Her wiha çend kesên bi guman ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve hatin girtin û ketin lêpirsînê.

Hêzên cihên xwe di pêngavê de digirin gelek konên vala jî rakirin.

Di van saetan de xebatên lêgerînê li beşê duyemîn bi dawî bûn û li beşê sêyemîn ku penaberên iraqî tê de dest pê kir. Pêngav bi rêk û pêk û baldarî didome.

(cb, es)

ANHA